Diyarname
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî îro daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Bi vê yekê Rêveberiya Xweser eşkere kir ku wan mûçeya karmendên xwe sedî sed zêde kiriye. Rêveberiya Xweser dawiya meha adara îsal de jî mûçeya karmendêr xwe zêde kiribû ku îsal dibe cara diduyan mûçeyan zêde dike.
Li herêma Rêveberiya Xweser mûçeya herî hinidk mîlyonek û 40 hezar (dor 75 dolarî) lîreyê Sûriyeyê. Mûçeya herî zêde ku mamosteyên zanîngehê digirtin jî 8 mîlyon û 222 hezar (dor 590 dolarî) lîreyê Sûriyeyê bû. Di daxuyaniyê de ji saziyan hat xwestin ku ji 1'ê gelawêjê ve bi vî awayî mûçe bide karmendên xwe.
BELAVKIRINA MAZOTÊ
Li aliyê din Komîteya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser eşkere kir ku wan dest bi belakirina mazota ji bo germkirinê li malbatan kiriye.
Komîteya Sotemeniyê kartên ku dane gel hene û li gor vê yekê û bi havkariya komînan mazotê bi buhayeke erzan li wan belav dike. Buhayê lîtreya mazotê îsal 325 lîreyên Sûriyeyê hatiye diyarkirin.