Diyarname
Koma şanoyê Destar lîstikeke nû bi kurdî bi navê "Dîsko 5No'lu" derdixe ser dikê.
Koma Destar-Theatre vê carê bi lîstika xwe balê dikişîne ser girtîgeha Amedê.
Lîstika bi navê "Dîsko-5No'lu" roja 3'yê berfanbarê dê li Şermola Performansê, saet 20.30 de bê lîstin.
Destar li ser wehşeta 5 Nolu ya di dema Derbeya 12'yê Rezberê de ceribandineke pêk tîne. Bi hezaran kes ji wê derê re derbas bûn, di bin îşkenceyê de naliyan, mirovatî ji ber wê îşkenceyê şerm kir. 5 Nolu ku heta niha bûye mijara gelek pirtûkan, li ser fîlm û belgefîlm hatine kişandin, vê carê dibe mijara lîstikeke şanoyê. Destar li ser vê derê ceribandineke pêk tîne:
Pîrevokek, mêşek, mişkek, kuçikek, gardiyanek û girtîyek di laşekî de tên zimên.
Û wahşeteke li derveyî însanetiyê, wahşeteke ku hiş û mejî yê meriv nagire vedibêjin.
Destarê, ji bo teksta ji serborî, lêkolîn, belgefîlm û hevdîtinên li ser “Girtîgeha 5No’lî” sûde girtiye û teksta xwe amade kiriye.
Lîstika ku 60 deqîqe dom dike zimanê wê bi kurdî ye û ji bo yên bi kurdî nizanin bi sernivîsa tirkî tê lîstin.
Kunyeya lîstikê:
Nav: Dîsko 5 No'lu
Nivîskar: Mîrza Metîn
Derhêner: Berfîn Zenderlîoglu
Lîstikvan: Mîrza Metîn
Sazkirina Dikê: Metîn Çelik
Sazkirina Ronahiyê: Alev Topal
Muzîk: Nizamettin Ariç / Wêneyên Xewnan
Vîdeo: Pia Rönicke & Zeynel Abidin Kizilyaprak
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.