Diyarname
Belçîka welatekî pirnewete û pirziman e. Niha biryareke nû hat girtin: Srûda neteweyî bi sê zimanan dê bê xwendin û gava yekem jî di maça li pêşiya me de ye.
Li Belçîkayê flemenî, fransizî û almanî tê axivîn. Niha sirûda neteweyî ya Belçîkayê "Brabant" bi sê zimanan dê di maça fûtbolê de bê xwendin.
Federasyona Fûtbolê ya Kraliyeta Belçîkayê 11'ê vê mehê ev agahî belav kir. Li gor agahiya hatiye belavkirin yekem car sirûda bi sê zimanî dê maça tîma neteweyî de bê xwendin.
MAÇÊN BELÇÎKAYÊ
Roja 12'yê rezbera 2023'yan maça tîma neteweyî ya Belçîkayê heye ku ligel Estonyayê dê bilîze. Sirûda wan jî yekem car li vê derê dê bi sê zimanan bê xwendin. Ji radyoya RFI Jean-Jacques Hery gotiye ku ev sirûd sembola biratiya di navbera temaşevanan de ye.
Di çarçoveya maçên tîma neteweyî de Belçîka 9'ê rezberê saet 16'an de li Azarbeycanê dibe mêvan, 12'yê mehê saet 21.45'î de jî Estonyayê dike mêvan.
ZIMANÊN BELÇÎKAYÊ
Li Belçîkayê sê ziman wekî zimanên fermî ne. Li welat sedî 59 bi felemenî, sedî 40 bi fransizî û sedî 1 bi almanî diaxivin.