Diyarname
Li aliyek ve Iraq tevlihev e. Li aliyê din ve ev salek e hilbjartin çêbûye lê hikumet nikare bê sazkirin. Serokomarê Iraqê Berhem Salih 30'ê mehê di televîzyona dewletê de li ser qeyrana heyî sekinî û got, "Bi hevkiriyê hilbijartineke giştî saz bibe dê welat ji vê qeyrana cidî bikaribe derkeve."
Salih gotiye sazkirina hilbijartina pêşwext dê îstîkrara siyasî û civakî ya welat bixe nav ewlehiyê. Lê Salih negotiye bila kengê pêşhilbijartin çêbibe.
Meseleya Hilbijartinê
Li gor Zagona Bingehîn a Iraqê ji bo hilbijartin çêbibe divê parlemen bê feskirin. Rêyek din jî ew e ku ji sisêyan yekê parlemenê divê hilbijartinê bixwaze û di encamê de parlemen dê di nav xwe de deng bide. Ger piranî bêjin erê dikare hilbijartin çêbe.
Bûyer
29'ê mehê alîgirên rêberê Tevgera Sadr, Mukteda es-Sadr derketibûn meydanê, bûyer derketibûn û di encamê de 23 kes miribûn, 380 kes jî birîndar bûbûn. 30'ê mehê Sadrî banga bi paş ve vekişîna alîgirên xwe kir, piştî ew vekişiyan bûyer bi dawî bûn.
Meseleya Serokomarî
Serokomar niha Berhem Salih e. Posta serokomarî di destê kurdan de ye. Piştî hilbijartina ku par çêbû divê serokomar jî ji nû ve bihata hilbijrtin, lê nebû; ji ber ku partiyên kurdan YNK û PDK'ê li hev nekir. YNK'ê Salih carek din wekî berendam nîşan da, PDK'ê berendamê xwe nîşan da, ji ber ku herduyan li hev nekir yek jî nehat hilbijartin. Loma jî posta serokomarî jî wekî saznebûna hikumetê wisa li holê ye.
Roja 10'ê kewçêra 2021'ê li Iraqê hilbijartin çêbûbû, tu partiyek bi têna xwe deng negirtibûn, loma jî divê koalîsyon çêbiba. Çênebû. Loma jî hikumet saz nebû, hê jî nebûye. Serokomar nehat hilbijartin ji ber ku lihev kirin çênebû. Ev salek e Iraq wisa dimeşe bê ser û ber. Hilbijartineke nû ya pêşwext dê encameke baş derxe holê yan na, ew jî nediyar e.