Diyarname
Hevşaredara berê ya Amedê û siyasetmedar Gultan Kişanak li Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê ye. Îro xwişka wê Zeynep Ozer mir. Kişanak dê beşdarî definkirina xwişka xwe bibe.
Xwişka Kişanak a bi navê Zeynep Ozer ev demek bû ji ber têkçûna gurçikan dihat dermankirin. Ozer îro canê xwe ji dest da. Parêzerên Kişanak ji bo beşdariya definkirina cenazeyê serî li dadgehê da. Destûr hat dayîn.. Cenazeya Ozer 10'ê mehê li gundê Sun a Elezîzê dê bê definkirin û Kişanak jî bi destûr, ligel jendirmeyan dê beşdar bibe.


