Cemil OGUZ
Pirtûkên kurdî yên ji Bakur diçin Başûr li sînor dieliqin. Weşanger û pirtûkfiroş Bawer Berşev bang li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir ku qedexeya li ser pirtûkên bi kurdî rake.
Bawer Berşev Xwediyê Weşanxaneya Dara ye, pirtûkfiroş e û Kordînatorê Pirtûka Kurdî ye. Careke din hinek pirtûkên wan ên ku diçûn Başûr li ser sînor rastî astengiyan hatin. Berşev bi ser twitterê re peyameke wisa belav kir: "Kiryarekî çend roj berê 12-13 pirtûkên kurdî kirîbû. Li sînorê gumrika Hikumet Kurdistanê nehiştiye ku derbas be. Xebatkarên gumrikê gotine 'xêr e tu van pirtûkên kurmancî tînî Başûr, divê tu ji wezaretê îzîn bigirî'." Berşev di twittirê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî etîket kir û bang lê kir: "Gelo dê kengê ev qedexeya pirtûkan rabe?"
HEQÊ GUMRIKÊ HEBE BIGIRE, QEDEXE ÇI YI?
Li ser meseleyê me xwe gihand Weşanger Bawer Berşev. Ew dibêje ku ev ne yekem car e, ev 6 sal in ew rastî tiştên wisa tên û van lê zêde dike: "Ji Başûr gelek pirtûk ji me têne xwestin. Hem kurdên Rojava ku li wir in, hem kurdên Başûr. Em dixwazin bi kargo bişînin lê hem dereng diçe, hem li Başûr sîstema kargoyê ne çalak e, gelek caran pirtûk jî winda dibin. Loma em kargoyê tercih nakin. Em dikin ku bi rêya otobusan bişînin. Carinan jî mişteriyên me dixwazin bi otobusê pirtûkan ligel xwe bibin. Dema li ser sînor pirtûk bi wan re têne dîtin xebatkarên gumrikê zorê derdixin. Aliyê Tirkiyeyê xebatkarên gumrikê dema pirtûkan dibînin pir bin fatûre yan îrsaliyeyê dixwazin lê aliyê Başûr dibêjin 'Na, divê tu herî ji wezaretê destûrê bixwazî'. Ji bo 10-12 pirtûkan çawa emê herin ji wezaretê destûrê bixwazin? Heqê gumrikê hebe, bigire û berde, tune be ev destûr çi ye? Çend roj berê kurdekî 10-12 pirtûkên li ser ziman bi xwe re birin, ji min re bi deng peyam şand, got gumrikê nehiştiye."
OTOBUS NEWÊRIN PIRTÛKAN BIBIN
Berşev bi otobusê dema dişîne jî rastî pirsgirêkan tê û wisa dibêje: "Du sal berê me bi otobusa Can Diyarbakir şandin, şofêr got 'Dest datînin ser paseporta me, qetiyen em pirtûkan nabin.' Tenê kolîyek bû, ajokar jî êdî newêrin pirtûkan bibin. Ma dest datînin ser penîr û rûn jî? Ji ber pirtûkên bi latînî ne, dibêjin qey hema her tiştê bi latînî siyasî û îdeolojîk e."
HERE DESTÛRÊ BIGIRE TIŞTEK TEWŞ E
Berşev qala bûyera du sê roj berê dike ku dîsa destûr nedane û dibêje, "Em dixwazin gumrik wisa neke. Bila pirtûkên latînî serbest bin. Dibêjin qey yên diçin tev siyasî ne, îdeoljîk in. Ev pirtûkên ziman in. Pirtûk çawa têne qedexekirin? Heqê gumrikê hebe heqê xwe bila bigirin û berdin. Qedexe çi ye? Bila ev qedexe rabe. Ev 'Here ji wezaretê destûrê bigire' jî tiştek tewş e. Ji bo 12 pirtûkan dibêjin herin ji wezaretê îznî bigirin. Gelek bin dîsa, lê 10-12 pirtûk çi ne?"
Pirtûkên ku vê cara dawî li gumrikê eliqîne hemû li ser ziman û folklorê ne. Hin ji wan ev in "Pirsên Rêzimana Kurmancî", "Dîroka Wêjeya Kurdî", "Zanista Edebiyata Modern", "Teoriyên Folklorê", "Memê Alan-Evdirehmanê Hekarî", "Pêşmerge", "Folklora Kurmanciyê", "Folklor û Teoriya Folklorê yên Îroyîn", "Pirsname-Bankeya Pirsên Kurdî", "Gotinên Redaksiyona Kurdî", "Arşîva Bîra Kurdan."
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
***