Romana Sîya Dema Borî di tayên pêkêþkê de
Perwîzê Cîhanî
Sîya Dema Borî navê romanekê ye, ku bi qelema hêja Fêrgîn Melîk Aykoç î hatîye nivîsînê. Ev romana ji 223 rûpelan pêk tê ku bi zêde ji þeþhezar peyvan hatîye dagirtinê. Roman ji layê weþanên Do va hatîye weþandinê, lê sala weþana wê dîyar nîne.
Roman bi 14 piþkan hatîye parvekirinê, ku tê da navê zêde ji 19 qehremanan (lehengan) derbas dibe. Lê mirov dikare bêje, ku qehremanên wê yên serekî ev in:1. Berjîn 2.Bavê Berjînê Sertac ku nivîskar bixwe ye. 3. Hêlîn (Gulay) 4. Ferna (Dîlan) 5. Nivîskar Herînas (M. Uzun) 6. Nivîskar Ronas (Firat Cewerî)
Naverok:
Li nav van hemû qehremanan da, neqþa serekî Berjîn û nivîskar bixwe bi navê Sertac dileyzin. Roman di dîskoyekê da dest pê dibe. Berjîn li dîskoyê da bi du keçên razdar (Hêlîn û Dîlan) ra nasiyar dibe û pê dihese ku her du keçik jî kurd in, lê xwe ji kurdînîyê nakin xudan û navên her dukan jî weke navên qehremanên wan romanan e, yên ku ewê xwendine. Romanên ku nivîskaran di wan da ew her du keçên kurd weke xwefroþ û dujminhezan dane nasandinê. Lê li dawîyê da derdikeve holê, ku ew her du keçik pak in, tenê nivîskaran wate M. Uzun û Firat Cewerî ji bo dilxoþîya turkan ew karekter dane wan keçikan. Li dû ra Berjîn wan keçikana bi day û bavê xwe dide nasînê û paþê razên wan herdûyan ser vedike. Berjîn ku keçeke Xwandekar e, ne bi arîkarîya zanista rewannasîyê û ramîyarîyê, lê zortir bi dîtina xewnan gelek razên wan keçikana û koregirêyên çîrokê vediçirrîne. Roman bi xewnên Berjînê û þiroveyên nivîskarî didome û di piþka danasînê da ku piþka berî dawîyê ye û peywendîya wê bi mijara binêþeyî ra pirr lawaz e, û pirtika dawîyê ku ew jî wekî duruþmeke bêwate tê ber çavan bi dawî tê.
Celebê romanê:
Ev romana li binêþa xwe da rexneyek e ji wan nivîskarên kurd yên ku ji bo turkan dinivîsin û xencerê parava li navmilê gelê xwe didin. Lê nivîskar di romanê da ne navê wan her du nivîskarên ku mebesta wî ye, diîne û ne jî navê romanên wan yên rastîn. Kesên ku romanên M. Uzun û Firat Cewerî nexwendibin, nizanin ku hêja Aykoçî ev roman li ser çi nivîsîye. Eva kêmasîyek mezin e, ji wê romanê ra. Ev romana rewþa rexne û rexnegirîyê li civaka me da baþ nîþan dide. Hêja Aykoçî li cîhê ku wan her du romanana eþkere rexne bike û bîr û boçûnên xwe li ser kesayetîya wan nivîskaran bîne ser kaxezê, dest avîtîye ev romana nivîsîye. Xwezî li cîhê vê romanê da, nivîskarî bi þêweyeke vekirî û azad û bêlayen karên wan her du nivîskarana rexne bikira. Di gel wê hindê hêja Aykoçî karîye bi baþî karên wan nivîskaran rexne bike û perdê ji ser kirîyarên wan hilîne, lê xwezî navê romanên wan yên rasitîn binivîsiya, ku her xanindeyî/ê bizanîya ka rexna wî li kê û li çî ye.Mirov dikare bêje ku romana Sîya dema borî romana rexne û rewannasîyê ye. Nivîskar bi hostatîyek tam ne tenê ruh û rewanê qehremanê romanê vediçirrîne û kuncikên tarîye jîyana wan dide ber ronahîya rewannasîyê, belkû nivîskarên wan her du romanên gorînê jî bi gel dide nasînê û perdê ji ser karên wan vedikþîne û rûçkên wan nîþanî gel dide.
Axiftin:
Monolog û dialogên romanê pirr xurt û baþ in. Nivîskar bi rêka monologan rewanê qehremanên çîrokê daye ber xodîkê û nîþan daye. Lê muxabin li rewþa wan da gelekî mubalixe kirîye. Mubalixên wisan ku cîhê bawerkirinê nînin. Bo nimûne xurexura Sertacî wekî bûmelerzeyekê tê nîþandanê. Yan jî di xewvaçûnên qehremanan da û rewþa efserê turk ku dujînan dide xwe, mubalixeyên naþîyane zeq in.
Þirove û ragehandin
Di þiroveyan da nivîskar serketî nîne. Ew nikare wisan ku pêdivê dîmen û bûyer û qewimînan þirove bike.
Di gelek cîyan da nivîskar bixwe dadikeve meydanê û hefsarê hespa romanê ji destê qehremanan distîne û bixwe dibe qehremanê romanê. Lewra gelek gotinên wî wekî duruþman lê tên û ji erziþa romanê kêm dikin.
Di gel wê hindê ku raçandinên romanê da kêmasî kêm in, lê gelek þaþîyên zeq di romanê da li ber çavan dikevin. Bo nimûne çend qewimînên romanê çendcarkî bûne. Bûyerên wekî: li hevduketina erebeyan, ji xwevaçûna qehremanan, dîtina Cangorîyê di nav gulistanê da – ku nivîskar jê ra zevîyê kulîlkan dibêje- çend caran wekî hev qewimîne.
Qehremanperwerî :
Qehremanên romanê pirr sade û sawîlke ne. Her du keçên ku bi salan di qada sîxurî, seyaset û þerrî da xebitîne, li cîhê ku di wê kûreyê da pijîyayî bin, zor sade ne û he bi yek pirsê dergehê dilên xwe ji bo Berjînê û bavê wê vedikin. Rastîhevhatina nivîskarê ku bi tûncika xwe ra dilîze û Fernayê zor naþîyane hatîye dariþtinê. Ya dî jî dîyar nîne, ka eger Hêlîn bêsûc e, çima ew þerm dike? Li cîhê ku Hêlîn salixê xwe ji Berjînê ra dide, ka cerdevan û efserê turk çawa ew birine þargeya gerîlayan, zor naþîyane û lawaz hatîye dariþtin û tewinandinê. Mirov dikare bêje ku nivîskarî nikarîye ewê îlave û bohtana ku li Hêlînê hatîye kirinê paqij bike û ewê bêguneh nîþan bide. Nivîskar li cîhê ku têbikoþe Hêlînê di kuþtina Gernasî da bêsûc nîþan bide, ji zar wê weha dibêje: “ewî ez ji mirinê rizgar kirim, min ew da kuþtin”
Li piþka berî dawîyê, li þeva danasînê da niþkava em rastî fîgorekî nenas bi navê Çeko tên ku çi rola wî di romanê da tuneye û tenê hejî Berjînê dike û hew. Lê ev hinda dikare ji romanê ra bibe kêmasî, çunku Berjîn qehremana serekîya romanê ye û nivîskarî dikarî Çeko li seretaya romanê da derxista qada çîrokê û mijara romana xwe romantîktir bikira. Mijara Leyla Qasim jî di gel romanê bêpeywend e.
Zimanê romanê
Ev romana ku ji 6300 peyvên giþtî û nêzîkî 1500 peyvên ferengî pêk tê, gorekî rûpelan li bara xezîneya peyvan da zengîn e. Lê muxabin hebûna hele û çewtîyên zeq yên rêzimanî û zimanî ew jî bi radeyek zor di vê romanê da sîyê davêje ser senga wê zengînîyê.
Piþka zore hele û çewtîyên vê romanê yên rêzimanî pirsgirêkên tewank û ergatîva kurdî û hevoksazîya kurmancî ye.
Ez dikarim bi raþikawî bêjim, ku berhemên hîç nivîskarekî/e kurmanc li bakûrê ji van heleyana bêbeþ nîne. Muxabin nivîskarên me di asta fêrbûna rêzimanê xwe da pirr lawaz in. Pirsgirêkeke dî jî di nav nivîskarên me da heye, ew jî ew e, ku hîç nivîskarekî/e me ji xwe nagirin, berhemên xwe pêþ weþandinê da bidin dest lêktoran û lêktorîyê bi hîvîya weþangeran va dihêlin, ku muxabin ew jî ne karê weþangeran e.
Bi giþtî kêmasîyên toreyî yên vê romanê:
Ji biî kêmasîyên rêzimanî nivîskar gelek þaþîyên zimanî yên dî jî kirine, ji wana çêkirina peyvên bêwate. Durust e, ku erkeke nivîskaran afirandina peyvan e, lê afirandina peyvan jî bixwe rê û rêbazên xwe hene. Nivîskar di vê romanê da çendîn peyv çêkirine, lê piþka zore wan bêwatene. Piþka zore wan peyvên ku nivîskarî çêkirne, celebên wan yên resen di kurdî da hene. Bo nimûne nivîskarî ji aþxanê ra navê kelîngehê danîye. Lê di kurdî da navên aþxane, kulîn, tenûr… hene, êdî pênavê ku li ser van peyvana ra mirov biçe kelîngehê çê ke. Yan ji pêþxana dikanê ra bêje bardang, ji zenga derî ra bêje: zirrezîl, ji sîyê ra bêje gerdengaz û çendîn peyvên dî . Nivîskar bi xwe jî bi vê kêmasîya xwe agadar bûye, dema ku ji zar Zerê dibêje: Te dîsan gotinek li ber xwe da derxist.
Nivîskarî bi paþgira “wer” çendîn hevbendên nû çêkirine, ku di cîhê xwe da nînin û hemberanîyên wan di kurdîya resen da hene. Hevbendên wekî: kêþwer, dilkêþwer, quvdwer, þadwer, gûmanwer, coþwer, razwer, tirsewer, azwer, naswer, pîrozwer, werzijwer, giyanewer, bawerwer ( di kurdî da ne tenê paþgira “wer” belkû paþgirên; kar, ker, ger, dar, mend, der, er… hene ku dikarin baþtir cîhê “wer” ê bigirin.
Nivîskar tu dibêjî qet haya wî ji Konjunksiona kurdî nîne. Nimûne:
Ez ê êdî tew nebim tozeke ji ser belgên jiyanê diþemite nav heriya nûjeniya Ewropa!
(Ez ê êdî tew/hew bibim tozekê ku ji ser belgên jîyanê diþimite nav herîya nûjenîya Ewropayê! )
Nivîskar kombinasionan (hevbendan) geh pêkve û geh jî cuda dinivîse, ku hejmara wan pirr pirr in û hewceyî nimûneyan nîne.
Çend nimûneyên biçûk yên dî ji hele û þaþîyên rêzimanî û zimanî di romanê da, ku durustîya wan li nav cotkewanan da hatîye:
Berjînê 1. Hinek 2. li gel diya xwe rûniþt û xwest li wê rêzefîlma 3 diya wê maþiqê 4 bûbû, binêre. Li pey kêliyek 5 jê aciz bû, lema ji wir rabû û çû.
(Berjîn hinekê li gel diya xwe rûniþt û xwest li wê rêzefîlma ku diya wê bibû evîndara wê, binêre. Lê li pey kêlîyekê jê aciz bû. Lema ji wir rabû û çû.)Têbînî: 1. Navdêr bi kirdarên (lêkerên) negerguhêz ra natewin: Berjîn rûniþt. 2. Hinek û hinekê ji hev cuda ne. Yek adverb(rewþekar) û ya dî adjektiv (rewþenav) e. 3. Li nîveka du hevokên hevdutêrker da hevbest (konjunksion) tê danînê. 4. Dayîk navdêreke mêza ye; Li pileya yekem da maþiqê na maþiqa, li pileya duwem da maþiqê bûbû na, dayîk bibû evîndara fîlmên turkî. 5. Li dû daçekan ra navdêr û rewþekar ditewin. Li pey kêlîyekê jê aciz bû.
Ma niviskarên tirkan keçên xwe dibin, dikin hembêza þervaneke kurd?(…þervanekî kurd)
Lê gava Berjînê ber bi wan çû…( Berjîn…çû)Odeyekê ji bo xwe kirê kir. (odeyek ji bo ….)
Yên ku min kirine cinawir. (yên ku ez kirime cinawir)Texîyê em danî… (taksîyê/texsîyê em danîn)
Dibe ku wan ew roman xwendîbin û te bixapandibin!“
(Dibe ku wan ew romana xwendibin û tu xapandibin.)
Berjîn rabû hemû zerf û kîsikên wêne tê de hene, anîn, danîn ser maseyê. Wan yek bi yek rakirin, lê mêzekirin.
(Berjîn rabû, hemû zerf û kîsikên ku wêne tê de hebûn, anîn, danîn ser maseyê. Ew yek bi yek rakirin, lê mêze kirin.)
- Bavo tu dikanî vê ji bo min bide mezinkirin?
(Bavo tu dikanî/dikarî vê ji bo min bidî mezinkirinê?)
Ji bilî van kêmasîyana nivîskar hê jî nikarîye xwe li jêr bandor û kartêkirina zimanê turkî rizgar bike. Mirov li romana wî da rastî bi dehan peyvên bi rengê turkî tê: avzûn, parq, hesap, edep, sirdaþ, nusha, gamza…
Ji bilî turkî gelek peyvên bîhanî yên dî jî di vê romanê da hene, ku ne di cî da nin û kurdîyên wan yên resen hene. Herwisan gelek ji wan peyvan hem þaþ hatine nivîsînê û hem jî bi þaþî hatine bi kar birinê. Bo nimûne: Pîkola nîvtazî ji Berjînê û hevalên wê ra bi almanî weha dibêje: - Ja, bitte schön meine Herschaften! (Fermo, mîrxatûnên min) û gelek peyvên dî yên almanî û zimanên Awropayî yên din ev cure derbana xwerine.
Encam:
Eger ev romana di pêþ weþandinê da biketa destê Lêktorekî/e kurdîzan û romannas û hem tewn û dariþtin û hem jî zimanê wê bihata serrastkirinê, dê biba romaneke serketî. Lê muxabin di vê rewþê da tayê pêkêþkê li ser layê lawaz da xar û mêl e.
***
Têbiniya Diyarnameyê: Me bi tu awayî dest nedaye zimanê nivîskar.
***
Nivîsên din ên Perwîzê Cîhanî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- Em peyvên ku di ferhengên kurdî de nîn in diweþînin