Zerî bedew e... Bêhna erhejê tê... Vinevina mirinê...
Mîr Qasimlo
De tu megrî yezdanê min ê rûzarok.
De tu megrî Dewreþê min ê bêsiûd.
Zerî bedew e.... Zerî bêdeng e. Ji bêdengiya wê ya har a ji serxweçûyî, ziman lal, çav kor û giyan cemidî ye....
Kûbarî, rakeþerî û bêdengîya wê kûjera wehþ, hîkehîka jiyana bezînkar difetisîne. Bêpejiniyê raser dike.
Jiyan, bi hemû livbazî û þûjiyîna xwe ya firokî ve, di qewþa baskên bêpejiniyê de dixeriqe.
Binêrin, ji hêmayên jiyana delodîn xwîn diþûje...
Navê keserê bûye kena jiyanê.
Kesera bêbinyat a keysperest....!!!
***
Þev bêdeng e.
Bedengiya þevê, kenên tirsê diwelidîne.
Tenhatiyê diafirîne.
Vaye ji wê sikaka ku sîwana tenhatiyê veniþiye ser, stêrkekî kumrah diþeqite.
Hêmayên jiyana þûjînkar, di guregur û vinevina bezîna ewrên ezmên de mirine.
Sterkên xweser, bexþkar û avzûnbar, di kûrahiya giyan û gereha çik sahiya ezmen de fetisîne. Ew stêrkên rewnaq ên ku her serkêþiya dîlana yezdanê rûzarok dikirin, niha veguhezîne berateyên bêhngirtî. Axxxx lo lo..... de tu megrî yezdanê min ê dilþûþe.
***
Ji ziwahiya ezmên baran dibare.
Ji qelîþekên zinarên heyveronê agir dirêje.
Qîjqîj dibare û dirêje.
Aso bêbêhn dimînin.
Asoyên teyîsînbar difetisin.
Hêviyên yezdanê rûzarok dibin biramaka giyankûçikan.
Ernîgerî diqijile û ji qijilîna wê, xwelî û qirþ û qal diþûje.
Ew dilopek av, silaveke germbar û guleke pelgedar divê.
Têhna wê þewatbar e, dê dinê veguheze gogek ji agir.
Çiriskên jandar hevirdor direqisîne. Kenên jiyana ji serexweçûyî....
Ji kolanên mirî û bi termên hêviyên stûxwar ve dagirtî, lehî radibe. Lehiyeke erjeng a xwîn tirî....
Mêzekin tofan e.
Dil ranagire.
Ew bêhna porê kej divê.
Giyan di mahweya firtoneya alazî de fetisî ye.
Ew þewqa çavên kesk divê.
Çavên kesk û wê hesba dîn.... Dîna jiyan dagirtî.....
Û kûre kûre dil e.
Dil digirî.
Peþkên barana bêdad, mîna xwê vediniþe ser birîna dil.
Birîna dil mîna beroþa li ser argûnê dikele.
Wêneyên evîna westa û ji dest pê ketî, bûyê paxiþoka girêza devê giyanbeniyê sermiyedaran...
Hûn, erê hûn ew kesên ku giranî, hêjayî û hêjamendiya dilê ku bi kela evînê ve dagirtî, bêkêr, ji rê zê û hesayî dibînin, rast hûn dengê giriya dil ê ku we vedixwîne temaþekirina þanoya rast a jiyanê raber dike, dibihîzin???
***
Tîrkevanê yezdanê rûzarok, bi vedana birûskên xemginiyê re bêgiyan e.
Binêrin, tîrkevanê yezdan, mîn a pelgeheke hiþk, di aþê pelên lehiyê de dinale.
Nalîna wî melûlî ye.
Digihêje erþê ela.
Digihêje wargeha yezdanê xapînok.
Temaþekin, va ye qesra bendewariyê yezdanê rûzarok, bi êrîþkariya rawirên ku rûyên wan bi rûpêþên biriqînî ve pêçayî ye, rû bi rû ye û li ber tekçûneke keseriya nejibîre.
Çirtek ma, dê bajerên terikî bi ser dilê melûl de hilbiweþin.
Bêhna erdhejê tê.
Bayê tofanê li rê ye.
Vinevina mirinê...
Bablisokên mirinê, perda xwe dikiþîne ser rûyê yezdan, rûyê þewqdar vediguheze ser arî û xweliyê
***
Awirên yezdanê min, li hatina rehwanekê dipê.
Di bin boþayiha zipikên nola guleyên poleyî de, ew li kewkujerekê digere.
Tipên keserê yên ku li ser rûyê wî kon vedane, bêdadî û bêqudretiya þevê dide diyarkirin.
Yezdanê min ê pakbinyat, bi çavên þikestî, li stêrka rehwan a ku di newela ezmên de vemiriye û nema dibiriqe, digere.
Hûn dibînin ew rûyê esilzade, jîr, çalak û giwrik çawa qemitiye?
Di momenta temeþekirina stêrka vemirî de, bayek sar rûye wî dialêse.
Alastina qeþagirtî yezdan diricifîne.
Ew paxileke germ divê.
Ew alastineke zimaniya tîhdar a eþqresayî divê.
Ew mezekirineke wehþ a têrerotik divê.
Axxxx.... tu bêguneh î ey yezdanê dil jê hatî dizîn.
De tu megrî yezdanê min ê rûzarok.
***
Ey yezdanê min ê rûzarok....!!! Ji kamranî û keserên karê ku tu pê rabûyî serbilind be.
Lewra tu bi meþa xwe ya qewiya bêtirs, tixûbên civakî yên sitûr, kesayetên ku li pey jêçetirgirtinên gerdûnî ha ha dibezin û pergalê fetisînbar ê yezdanê xapînok, vediçerî.
Tu bi rondikên xwe yên xwînbar, pakbinyatî û dilnizmiya xwe raber dikî.
Tu bi tîhdarî û afirêneriya xwe ya ku ji nû ve nûjenkirina keþtiya evîndan re, dergunekî roq rona eþqrêsayî, pêþkeþê hevdilên xwe dikî.
Pîrozî li te û hevdilên te be ey yezdanê min ê rûzarok.
Tu ne tenêyî lo...!! Wisa li rihsariya peyrevên yezdanê xapînok nenêre. Ên ku mîna te dêriyên dilê xwe ji bo parastina baweþînên þadkirina giyandarekî/ê din vekirine, ne kêm, zêdene.
Ew niha bêdeng in.
Lê ew bi tîndarî û cehd û lezgîniya te ya ku tu ji bo mîsogerkirin û raserkirina keþtiya hezkaran didî, pak dizanin.
Ew li wargehên xwe yên ku te de hatine hepiskirin, bi kenên xwe yên pîrozwer, te pîroz dikin. Singê xwe yê ku bi birewerên eþqî ve tijî, ji bo civandina cemewar a dildaran hesayî bikî.
Ew siûdê dixwazin. Çarenûsa wan bi dereca germa singê te ve girêdayî ye. Ew çarenûseke bêalozî dixwazin.
***
Yezdanê min, tu jiyanê bi bîrbirineke bêtixûb dibînî û guman jê re nîn e ku ev bîrbirina te ya bêsînor, ji bo te kul û kovanan diwelidîne.
Rê û azîneyên ji bo hêsayîbûna te ya ji derd û keseran hene, lê min dil nîn e ku ji te re behsa kitekitên wan rê û azîneyan bikim û wan li nik te hesayî bikim.
Lewra te biryara xwe gihîþtina wargeha jiyana xwe ya dawî daye û vaye tu bi meþeke yezdanwerî, ber bi singê wargeha jiyana xwe ya dawî ve dibezî. Singê wê wargehê gewr e, zozanî ye, lê bêhna sariyê nîn e. Ew wargeha kûjer te divê. Binêr, paxila wê ya bi peyvên kurdî ve dagirtî, bi deh çavên dev vekirî li rêya te dipê. Erê ew........