Diyarname
Ji bo Kûpaya Super a UEFA'yê Barselona û Sevîlla hatin hemberî hev. Maç bi dueloya golan li dar ket: 90 deqîqeyên pêşîn bi 4-4 bi dawî bû û maç derbasî 30 deqîqeyê zêdek bû. Di deqîqeya 115'an de Messi bi şid li gogê da, gog ji parêzvanan vegeriya, gog careke din ber bi Messi hat û wî dîsa lê vad vê carê qeleparêz gog bi paş ve şand lê Pedroyê ku gog dişopand ew şand nav torê. Bi vê golê Barselona bi 5-4 derket pêş û maç bi vî awayî bi encam bû.
Bi vê serketinê re Barselona bû 5 caran ku vê kûpayê dibe mala xwe. Barselona ligel Mîlanê duyemîn tîm e ku 5 caran vê kûpayê bi dest dixe.
Lîstikvanê Barselonayê Messi jî bi du golan wekî Lîstikvanê Maçê hat hilbijartin.
Golên maçê:
Barselona: Messi, deqîqe 7 û 15), Rafinha (dq 44), Suarez (dq. 48), Pedro (dq. 115)
Sevilla: Banega (dq 3), Reyes (dq 57), Gamerio (dq 72), Konoplyanka (dq 81)