Rêdûr DÎJLE
BaÅŸ dizanim ku hûn ê bibêjin, ne hewce ye, jixwe em bi van tiÅŸtan dizanin. TiÅŸt nabe, lê ez ê xwe bavêjim bextê seydayê mezin Ehmedê Xanî: “Heta tu dewr û dersan nekî tekrar û mesrûf / Li dinyayê tu nabî ne meÅŸhûr û ne me’rûf.”
Te dît, gava serê meseleyê vedibe û tê, dibêje reqqq xwe li zimên asê dike, gotina ku ewilî ji ser zar û zimanê me dipengize û dibêje çirppp xwe li rasta han datîne, ji sê payan du payên a ha werê qerase "gilî û gazin" in.
Nizam, wisa biçe kurdî wê nemîne. Nizam, tu dibê qey bi navê kurdî herf olanî* rêya xwe ÅŸaÅŸ nake û bi Amedê naxe.
Nizam navê xwe kurdî ye, lê peyva pê mezin dibe bi tirkî ye...
Hela tu lê! Tu dibê qey ne çêlikê/a kurda ye! Eyba reÅŸ, fedya giran!
Heyra, eyb çi reÅŸ çi spî, fedî çi giran çi sivik... Erê, em baÅŸ dizanin ku gilî tên gotin ji bo bihîstinê. Lê gava "kirin" xwe lê neke xwedî, ê wekî pelê çilo, bayek bê û bi çengura wî bigire û bê pirrr wî hil bike, jixwe tu yê di eynê xwe re jî dernexî û tu yê nizanibî bi ku ve jî çû...
qirççç...qirçç...qirç... qir... qi...q... Ø...Ø...Ø
Erê, em ne xerîb in. Em, ê hev in. Hem ji malekê hem jî ji halekî.
Hema em qet xwe vir de wê de nedin, û xwe nexapînin. Di vî barî de, em ji gazin û lomeyan re "o biçim" in û elhemdulilah kelkela me jî têra xwe heye. Ma ne heq e? Bêguman!
Lê emel?
Welle hê nehatiye bi aliyê me de.
Bi ya min, a rastî ne bi ya min jixwe gelek pispor, zana û ehlên vî karî giÅŸ bi xetên stûr xêz dikin ku di vî barî de emel berdewamî ye. Berdewamî jî, zarok in. Heger tiÅŸtek berdewamiya xwe tine be, zû yan dereng ê birize û biçe.
Gelo ma pêkan e ku zarokek ji 7 saliya xwe heya 14-15 saliya xwe bê materyaline têkûz ên xwendinê karibe bi zimanê xwe re canêcanê be? Canêcanê be jî yê tu carî bi awayekî qewîn û xwerû nebe parçeyek ji jiyana wê/wî.
Îja ji bo ku ev îÅŸ ji binî ve xera nebe û ji bo ku kevir ji binî ve baÅŸ bê edilandin, madem em bê dibistan in, nexwe piÅŸtî hokirina ewil a bi destê dê û bavan, ji bo dilbijîn û handaniyê afirandina kulîyateke xwendinê ye ji bo zar û zêçan. Ev, bivê nevê ye. Ya na em ê her gazinker û lomekar bin.
Mesela di vî barî de WeÅŸanxaneya Hîva, WeÅŸanxaneya Morî û Zarok TV, mesele xweÅŸ danîn, lê Kovara Wêneromanî GOG´ê teÅŸxîs ji binî ve danî. TiÅŸta ku heya niha nehatibû kirin, kir. Ne bi temamî zarok mehkûmî xwendinê, ne jî bi temamî mehkûmî dîtbariyê kir. ÎÅŸaret bi sekanseke girîng, bi yekîtîya metnê/tekstê û wêneyî/resmê kir. Ji lew re bîrbirin û têgihana dîtbarî, ji zarokatiyê ve qewî dibe. Zarok bi têgihana xwe ya dîtbarî pêwendiyê bi derdorê, bi cîhanê re datîne. Helbet zarok heya wextekî nikare bi tena serê xwe cîhana derveyî, tiÅŸta heyberî û tiÅŸta subjektîf ji hev derxe. Bi rêya zimên û têgihan, bûyer û qewimînên dîtbarî ji hev derdixe û bi vê jihevderxistinê hay ji cudatiyên navbera wan çêdibe. Îja ji bo xwendin û nivîsîn li ber dilê wan xweÅŸ bibe û dilê wan bibije xwendinê, pêdivî bi keresteyên bi vî rengî û xwedîderketin û berbelavkirina wan heye. Ev kereste wê me ji gilî û gazinan jî xelas bikin û wê nehêlin em xiyalÅŸikestî bibin.
Helbet, ez nabêjim, li warê me ÅŸert û merc tev de "caeteris paribus"** in. Lê ji me giÅŸan eyan e, heger em di vî barî de, hinekî ÅŸertan neÅŸidînin û zend û bendan banedin, çend nifÅŸên din jî wê têkevin ber vê kula reÅŸ (biÅŸavtinê) û herin. Em ê bi hisreta gilî û gotineke Kurdiya ReÅŸ bin. Tew vê carê belkî bera jî li gotinên xwe yên jorê poÅŸman bibim û bibêjim: "Kanî gilihvanî? Bi qurbana te û wî zimanî, te ev kurmanciya delal ji ku anî..."
* Çel li biwêja "deng olanî" dike.
** Caeteris paribus biwêja Latînî ye bi maneya "tiÅŸtên din hemû weke hev in".
15.03.2021, Yenî Ozgur Polîtîka