logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Li ser 'Mijabad'ê hevpeyvîn

Romana yekemîn a Jan Dost "Mijabad" ku Mehabad ji xwe re kiriye mijara bingehîn careke din hat çapkirin. Pirtûk di sala

  • Dîrok: 11/05/2012
  • Beş: Hevpeyvîn

Romana yekemîn a Jan Dost "Mijabad" ku Mehabad ji xwe re kiriye mijara bingehîn careke din hat çapkirin. Pirtûk di sala 2004'an de ji Weşanên Belkî derketibû û wê demê Jan Dost li Stenbolê bûbû mêvanê me. Hevalê me Davut Ozalp jî pêre hevpeyvînek kiribû.

Ji bo careke din çapkirina "Mijabad"ê em wê hevpeyvînê careke din derdixin pêş û radigihînin we. Fermo:

 

J. Dost: Roman nîşaneya pêşketina ramanî ya gelan e

Hevpeyvîn

Hevpeyvîn: Davut Ozalp

Demek berê Jan Dost ji Almanya û Mihsîn Seyda jî ji Sûriyeyê hatibû Stenbolê. Li gor gotina wî cara yekem bu ku Jan Dost ji bo gerê hatibû Stenbolê. Ango, ‘azad bû’. Rojekê bû nesîb em bi hev re bigerin. Ez, Jan Dost, Mihsên Seyda, Cemîl Oğuz, û çend hevalên din... Em bi têra xwe geriyan li Stenbola navdar û dûre em çûn mekana dîrokî Pîerelotî. Li vê derê gelek mijarên girîng ketine rojeva gotûbêja me. Min teyîba xwe danî ser maseyê û axaftinên ku hatin kirin tev tomar kir. Piştî ku min kaset deşîfre kir, min dît ku bi rastî li ser gelek mijarên girîng hatine sekinîn. Bêyî ku kurt bikim û dest bidim naverokê ez wê gotûbêjê bi hezkeriyên wêjeya kurdî re par dikim. Jan Dost, li ser romana xwe ya dawî “Mijabadê”, li ser zimanê kurdî, wêjeya kurdî, weşangeriya kurdî gelek nirxandinên girîng kir...



D.O: Ew roman ji bo me wekî sûrprîzekê bû. Min çîrok û helbestên te xwendibûn. Yanî zêdetir me tu wekî helbestvanekî dinasî. Lê tu bi romanekî derketî pêşberî me. Em dibînin ku hema hema tu di hemû beşên wêjeyê de xwe diceribînî. Çima? Çi tişt e ku zorê dide te û tu hemû beşên wêjeyê diceribînî?

Jan Dost: Ez lixwe digerim. Dixwazim xwe nas bikim. Ka ez di wan nifşan de, ez di ku de me bêtir. Lê di her beşî de jî ez ji helbestê rizgar nebûme, di romanê de jî ez helbestvan im, di lêkolînê de jî helbestvan im, di çîrokan de… Mirov zû bi zû nikare xwe ji helbestvaniyê bişû. Di romanê de, lehengê sereke helbestvan e, helbest di romanê de hene… Ziman helbestî ye. Ez dixwazim ew kes nêzikî min be, nêzikî rihê min be da ku ez bikarim hestên wî binivîsim.

D.O: Mirov dikare bêje lehengê romana te ‘Badîn’ Jan Dost e? Derûniya wî, hezkirinên wî, nakokiyên wî…

Jan Dost: Ez xwe di Badîn de dibînim. Gelek hest û nêrînên xwe yên derbarê tiştan de di Badîn de dibînim. Ezê nikaribim ku behsa hestên yekî din bikim. Dema ku ez Badîn di romanê de wekî kesê sereke deynim gerek ew ez bim. Dibe ku sedî sed ne ez im. Beşeke mezin a tevgerên wî, rabûn û rûniştina wî ya min e. Hinek xwe dûrî kesê sereke dikin, lê ez ew im, an jî ew ez im.


D.O: Ev pirtû
ka te ya sêyem e mijarên xwe ji rojhilat digire...

Jan Dost: Belê rast e, dema ku ez dîroka kurdî dixwînim bûyerek min radiwestîne. Ji ber ku ev bûyer pir bi trajediyê, pir mînakên berxwedanê tê de heye, pir mînakên mirovatiyê tê de hene her tişt di vê bûyerê de kom dibe. Ev bûyer min radiwestîne. Ez dixwazim vê bûyerê bi rengekî din bixwînim, ji rengekî din bi xwendekar bidim xwendin. Xwandina min a sazkirin û rûxîna Komara Mehabadê re ez bi çavekî din lê dinêrim, ez dibêjim ezê çawa bi çavekî afirandiyarî vê bûyera dîrokî bikim berhemeke edebî. Çawa hestên kesên wê demê derxînim. Yanî jiyanê têxim bûyerê. Ez dema berhemeke dîrokî dixwînim tenê hin tişt têne ber çavên min, ne hemû jiyan; ez dixwazim ew bûyer di wê demê de, di wî cîhî de rawest e, lê bi şiklekî zindî. Jiyan tê de hebe. Dîrok carînan ji mirov re ziwa tê. Mesela Şoreşa Şêx Seîd tenê em dixwînim em dibêjin wiha çêbû, zêde em tiştekî li ser nizanin. Em nizanin di wê civakan de çi çê dibû, gelan çi dikir, mirov çawa dijiyan? Ev tiştên gelek bi qîmet in. Spartina min ji bo dîrokî jî, dema ez xwe dispêrim dîroka kurdî û dîroka miletên din, dema ez xwe didim ber siya dîrokê, ber dîwarên dîroka kurdî bingeh jiyana wî ya îro û ya pêşerojê ye. Van bûyerên dîrokî, jiyana me saz kir. Heta niha Mehabad di xeyala me de heye, Şoreşa Şêx Seîd di xeyala me de heye… Kela Dimdimê… Piştre nêzîkbûna me ya rewşa îro. Tiştên wê demê qevimîn û rewşa îro gelek dişibe hev. Dema ku ez ser rewşa Mehabadê dinivîsim, ez ser rewşa îro dinivîsim. Wekî rewşa îro, çawa ku têkiliyên navneteweyî dihêlin ku hêviyên miletê kurd têk biçin, çawa lihevkirinên dewletên mezin dihêlin ku xewnên kurdan têk biçin, îro jî wisa ye. Dîrok di statûkekê de ye. Ev rewş dike ku mirov li ber bisekine, îbret jê bigire, dersan jê derîne…


D.O: Mijabad romanek dîrokî ye… Nivîsîna romanek dîrokî bi xwe re hin xetereyan jî nayne?

Jan Dost: Roman tu demê nabe jêderkek ji jêderkên dîrokê. Ez nikarim bikim belge. Dema ku kesek lêkolînek li ser komara Mehabadê binivîse nikare Mijabadê wekî belge bikar bîne… Lê heta ku derê ez bi bûyerên ji dîrokê re rast bim, ev ji bo min baş e. Mesela ez bêjim Pêşewa Qazî Mihemed bi Stalîn re rûnişt, ez fantaziyek wisa çê nakim. Ez li vî sînorî radiwestim. Dema ku fantaziyekê çê dikim, ez bi dîrokê emîn dibim. Lê dîsa jî roman nabe jêderka belgeyek dîrokî. Ji ber ku hestên min dikevin nav. Dîrok dûrî hestan e.


D.O: Dixuye ku berhema Mijabadê di encama kedeke mezin de derketiye holê?

Jan Dost: Ji bo nivîsîna berhemek dîrokî gelek meteryal divên, ji ber ku dîrok ne xeyalê min e. Berhema xebata miletan, berhema rewşa cîhanî û gelek tiştên miletan tê de tune, lê dema bû roman… Ez li gelek jêderên dîrokî vegeriyam, jêderên farisî, ên bi erebî, ên bi tirkî… Ne tenê yên derbarê Komara Mehebadê de… Yên li ser Şerê Cîhanê ê 2’yem… Di vî şerî de çi bû çi nebû, kîjan balafir hebûn, navên wan çi bûn, çi nifş erebe hebûn… Yanî jiyana civakî, jiyana edebî û hemû kiteyên din, çiqas detay hebin ew qas kêrî mirov tên. Ji bo berhemek edebî ya dîrokî. Ji bo ku ez cografyaya (mekan) ku mijar lê boriye, nas bikin, min hewceyî çûyîna Mehabadê dît. Ez çûm min Mehebad ziyaret kir, min Çarçira bi çavên xwe dît, Çiyayên Mehabadê. Hewaya Mehabadê çawa ye, xelkê sûka wê, kolanên wê hemû tişt. Min li wêneyên wê yên kevn nêrî. Dema ku min dinivîsand min wêne li ber xwe datanîn. Ji ber ku xeyal carinan nikare her tiştî ji ber dike… Min bi alîkariya hin kesên ji Mehabadê, nexşeya Mehabadê çêkir. Hemû mekanên ku navên wan di romanê de borîne, wekî nexşeya bajêr min li ber xwe resim kiribû li ber xwe danîbû. Min gelek xwe êşand. Mesela carînan min kurmanciya jêrîn bikar anî.


Cemîl Oğuz:
Berî ku tu biçî Mehebad di serê te de çi hebû, te li wir çi dît?


Jan Dost:
Berî ku mirov biçe bajarekî, mirov li ser wî bajarî tişt xwendibin mirov bi xeyalên xwe diçe. Tiştên ku min xeyal dikir, ne wekî dema ku ez çûbûm min dîtin. Ez çûm min jiyan lê dît, çûn-hatin lê dît, bazar lê dît. Kolanên wê, xwezaya wê.. Sedî sed ne wekî xeyalên min bû. Bêtir bi pirtûkan ez çûm Mehabadê. Min li ser Mehabadê gelek pirtûk xwendin.


Mûhsîn Seyda:
Her em derbarê Mehabadê û romanê de ne, gotinek … Mehabadî bala min kişand, dibêje, “Heke ez di civakek pêşketî de bûma ezê ne helbestvan, ezê romannûs bûma.” Îcar di wir de têkilî di navbera pêşketina civakê û romanê, paşketina civakê û helbestê de, derbarê wê yekê de dikarî çi bibêjî?


Jan Dost:
Helbest zaroktiya wêjeyê ye. Wêje bi helbestê dest pê kiriye. Roman berhemek ji berhemên serdema birjûvaziyê ye. Îcar di nava kurdan de ne ji ber ku civak bû birjûvazî roman çêbû, ji ber ku di navbera kurdan û birjûvaziyê de têkilî çêbûn, wergerandin çêbûn tesîr li me bû, em romanê dinivîsin. Ne ji ber pêşketina civaka me, roman li bal me çêbûye, romanûsên me çêbûn ne ji ber pêşketina civaka me ye. Divê haya me ji vê hebe. Û helbestvan jî hebûn ne ji ber ku civak paşketî bû, ji ber ku helbest di civaka pêşketî de jî hene, û her diçe pêş dikeve. Heta kîjan sewiyê ev helbest pêşketiye, têra demê dike, bersiva demê dide, ev roman. Mimkûn e civaka kurdî gelek pêş bikeve û romana wî pêş nakeve… Pirs di vir de ye. Lê bi çi hawayî be, ji bo pirsa ku niha te kir, roman dide xuyakirin, êdî ew gel difikire, ferqa di navbera helbest û romanê helbest ne fikirandin e, helbest e, hest e, hest in di demekê de tê wekî agirekî pê dikeve; belkî bitefin jî.. Lê roman mejiyê bêhtir, mejî têde diweste, têde dixebite. Avakirin e. Tu romanê ava dikî. Tu jiyanekê tînî ji nû ve bi reng û şêwekî din ava dikî, kesê roman nivîs -ez ne li ser xwe dibêjim, ji ber ku ez hê ne romanûs im, min romanek bi şêweyekî helbestî çêkiriye- romanûsên Ewropî, yên ku derketine wekî fîlozofan bûn. Yanî ev civak fikrê civakê tevgera civakê rabûn û daketina ramanan, aboriya civakê û hemû di romana wan de hebû. Mesela wekî Balzac… dîroka fransî hemû di romanên Balzac de heye…


Mûhsîn Seyda:
Di heman mijarê de têkilî di navbera pexşan û helbestê de, navbera pêşketina bajarvanî û civaka gundîtiyê de, yanî dibêjin helbest zimanê hest e. Pexşan zimanê hiş û mejî ye, di nava kurdan de em dikarin çawa li vê yekê binêrin. Yanî pêşketina helbestê ya li hemberî mijarên din em dikarin bi gundîtiya civakê ve girê bidin?


Jan Dost:
Civak ne ku gundîtî têde maye. Helbestê li ber xwe daye, berdewam kiriye. Lê em dinêrin dema ku bajarên kurdî çêbûn, pexşana kurdî jî çêbû, Şerefxan dîroka kurdî nivîsî. Mele Mehmûdê Beyazîdî civaka kurdî nivîsî, civaknasî bi vî dest pê kir, werger çêbû. Gelek Medreseyên kurdî de pexşanê dest pê kir. Civaka kurdî ber bi bajarvaniyê ve diçû. Ji ber vê yekê haceta civaka kurdî bi pexşanê çêbû. Heta ku civak gundî bû, koçer bû helbest serdest bû. Jê pê ve helbestê rê da nifşên din. Mesela Mele Mehmûdê Beyazidî helbest nenivîsîne, heke nivîsî be negihane îro… Şerefxan jî wisa. Dêmek, dema ku civak pêş ket êdî helbest bi tenê nîn e. Dema ku tu koçer bî, yan tu gundî bî, civak ne gelekî bi komplekse heta ku tu bifikirî zêde. Tu pesnê Xwedê didî, pesnê yara xwe didî. Dema civak pêş ket, tevlihev dibe ku girêk dibe, wê demê hacet bi bifikirandinê çêdibe… Helbest nikare bibe bersiv. Mele Mehmûdê Beyazidî bi helbestê nedikarî edetên kurdan binivîse… Nedihat nivîsandin… Lê Mem û Zîn bi helbestê çêbû.


D.O: Yanî wekî ku rojhilatnasek dibêje, “Her kurdek şaîr e”, lê mirov ni
kare bibêje her kurdek romanûs e.

Jan Dost: Na. Mirov dikare bêje her mirovek helbestvan e. Ji ber ku her mirov xwedî hest e. Lê civaka kurdî ne gihiştiye sewiyeya civakên din, mesela civaka Ewropî, yan a Stenbolê ku kurd jî bigihîjin wê seviyê bajarên wan jî çêbin, bajarên kurdî bin, niha mesela Diyarbekir ne bajarekî kurdî ye. Xelkê wê kurd e, lê bi têkilî, bi medya ne kurd e. Em dikarin bêjin Silêmanî bajarekî kurdî ye. Hewlêr bajarekî kurdî ye, belkî turkmenên Hewlêrê jî kurd in. Kurdin bi tiştên ku dibihîzin, bi herhemên ku dixwînin…


Cemîl Oğuz:
Te behsa Balzac kir, ew di romanên de xwe neteweyekî nîşan dide, dîsa yên rûsî tiştekî din, nifşekê nîşan didin… Kurd di çi rewşê de ne…


Jan Dost:
Kurd heta bi hîsa neteweyî dinivîsin, yanî hîsa ku dike kurd binivîsin hîsa neteweyî ye. Ev ji bo edebiyatê tişteke negatîf e, ne baş e. Divê tu di bin tesîra hîsên neteweyî de nenivîsî. Kesê afirandiyar, mimkûn e ez behsa qaçaxçiyan bikim, ne behsa neteweya kurd bikim. Balzac behsa neteweya frensî nekiriye. Yan jî Tolstoy behsa rûsîbûna kesên rûs kiriye… Yê me ji ber ku ew qas sal in em bindestan de, di binê zilm û zorê de bûne ev hest, hesta neteweyî li bal me xurt e, em di bin bandora hestê neteweyî de dinivîsin. Divê em ji vê rizgar bibin. Ez dixwazim ku romanek kurdî bibînim tu têkiliya wî bi şoreşa kurdî re tune be. Romana kurdî be, ziman kurdî be, roman jî romanek ku mijara wê ne Komara Mehabadê be, ne Şoreşa Şêx Seîd be… ne pêşmerge be. Wê demê emê bikarin bêjin, romana kurdî gihîştiye asteke bilind, emê bikarin wê li ber romana cîhanî deynin. Romana kurdî tim di xeleka netewebûnê de, di xelekek teng de meşa xwe ya giran dike…


D.O: Di vir de ma problem hinek jî jêderk nîn e. Yanî helbestvanekî kurd hê bi xeyalên xwe yê zaro
katiyê dinivîse, dema ku xeyalên zarokatiyê nebe, nikare binivîse, an jî tişteke din dertê holê. Berhemeke ku rihê kurdî dûr dertê holê… (gund, heye, tenûr heye, …) Yanî hinek berhem jî ji jiyanê pêk tê…

Jan Dost: Li dîroka nivîsa kurdî mêze bike, Şerefxan pirtûka xwe nivîsî, sebebê pirtûkê dibêje; ‘Min nivîsandiye ji bo nav û dengê mîr û siltan û kesên mezin ên kurd bimînin, neçin.’ Dêmek, ev dibin hestek neteweyî, welatparêzî… Ehmedê Xanî eynî…Cizîrî eynî… Heta niha rewş di vir de maye. Tiştek neguheriye, dem guheriye, 400-500 sal bi ser re derbas bû, dîsa jî dema ez dinivîsim wekî Jan Dost, ez dixwazim jiyana wê demê ya berî 50 salî bînim holê. Ez behsa xwe nakim, behsa hestên xwe nakim. Li derveyî kurdewariyê mijar hene, heke di jiyana me de kurdewarî tenê hebe me xwe gelek biçûk kiriye…


Mûhsîn Seyda:
Ev pirs me diajo pirsa wezîfa nivîsê ya di civaka kurdî de… Yanî çawa em ji bo pirsgirêka kurdî çekê bikar tînin, divê roman nivîsî romana xwe, helbestvan helbesta xwe, dîroknivîs dîrokê bikar bîne ji bo pirsa kurdî. Divê em ne wekî hunereke serbixwe, hunereke ciwan li romanê binêrin. Divê wezîfeya nivîsê êdî di civaka kurdî de serbixwe bibe… Helbest wekî helbestê bê nivîsîn. Divê dîrok wekî ku Şerefxan dibêje ne ji bo ku mîrên kurdan winda nebin, ez wekî ilmekî dîrokî dinivîsim, wekî hunereke serbixwe, ev dîrok li dijî kurdan be jî divê ez binivîsim… Em dikarin bibêjin nivîs di nava kurdan de, hê jî wek wezîfeya wê heye ew jî wezîfeya neteweyî ye…


Jan Dost:
Ez dibêjim divê nivîsa kurdî ji vê qonaxê derbas bibe. Berhemên kurdî vê qonaxê derbas bibe. Niha dema ku yek were berhemên kurdî wergerîne zimanekî din, wê bibîne tev eynî tiştin, wekî hev in. Em miletek bindest in, gelek tişt bi serê me de hatin.. Ez romanek almanî dixwînim, tiştek almanî tê de nîn e, behsa almanîbûnê tê de tune… tiştek taybet e, afirandike taybet e… Heke ku romana kurdî bigihê vê sewiyê em dikarin bibêjin romana kurdî baskên xwe li baskên romana cîhanî dixe.


Mûhsîn Seyda:
Nivîsa kurdî divê giraniya xwe ji giraniya doza kurdî negire. Mijabad divê bê xwendin ne ji ber ku doza kurdî tê de ye. Wekî hunerekê divê em nêzik bibin. Pêşmerge, hin dibêjin yekemîn roman e, navê wê balê dikişîne, kesê dixwîne ne ji ber ku roman e dixwîne, ji ber ku navê pêşmerge li ser e balê dikişîne tê xwendin; helbesta kurdî jî wisa… ez bawer im mijara ku Jan behsê kir ev bû.


Jan Dost:
Ez dibêjim niha ev nexweşiya çêbû di medya kurdî de jî ev e. Medya kurdî şev û roj ez guhê xwe didimê, welatperwerî, niştimanperwerî, derd û kulên milet tiştekî civakî heye çima behsê nakin. Mesela kuştina ji bo namûsê, heta niha li ser programek nehatiye çêkirin, programa çêkin, li Ewropayê jî bû problem, keçike kurd li Swêdê xwe kuşt di medyaya swêdî de bû mijareke herî balkêş û sereke… Lê ya kurdî nêzik nebû. Ev jî girêdayî welatparêzî ye, lê ne ya beloq. Êdî welatparêzî kirine rewşek wisa ku mirov hew maye jê nefret bike… Gelek mijar hene em nêzikî wan mijaran nabin, yan em tabû dihesibînin, yan jî wan tiştên em dibêjin bê qîmet in, ne gelekî girîng in; na tişta herî em ne muhîm dibînin ev in, ev muhîm in. Civak muhîm e, avakirina civakê muhîm e.


Mûhsîn Seyda:
Baş e, gelo ew jî venagere wê pirsa ku emê çawa rexna civaka kurdî bikin ku dijminê kurd ew jî van rexna dibêjin, ji ber ku kurd heta niha ji ber vê yekê nakin, ezê çawa bêjim kurd li jinên xwe dixin, ezê çawa bêjim kurd paşketî ne, tirk jî vê gotinê dibêjin, ereb jî vê gotinê dibêjin. Tiştên ku dijmin dibêje divê em nebêjin.


Jan Dost:
Ev nêrîn şaş e. Dijminê min rastiyê bibêje ezê qebûl bikim. Rastî ji devê kê derkeve rastî ye. Rastî naguhere. Divê em rastiya xwe ji zimanê dijminê xwe bibînin, ji ber ku ew bêhtir min dişopîne û çewtiyên dipê, bi dû min dipê… ku got divê ez qebûl bikim, lê berî ku ew bibêje divê ez bibêjim, ez rê nedim wî. Ez civaka xwe ji bin ve vekolin, dîroka xwe vekolin, em dîroka xwe heta niha bi çavekî dilşewatî lê dinêrin, heta niha şoreşeke zanistî li ser sedemên têkçûna Şoreşa Şêx Seîd çênebûne. Dibêjin, “Qaso xayîn bû”, ger Qaso ne xayînbûya şoreş wê bi ser biketa? Eger Rehber ne xayînbûya wê Şoreşa Seyîd Riza bi ser biketa? Sedemên têkçûnê ne ev in. Heta niha dîroknûsên me ev mijar ronî nekirine… Ev e rola nivîsandinê… Nivîsandin pirs e. Ne bersiv e. Heke ez niha nebersivim, wê sed salên din bipirsin. Wê nifş rabin bipirsin.

D.O: Bi ya min ev rola rewşenbîran e. Mirov nikare tiştek wisa ji siyasetmedaran hêvî bike, ji ber ku siyasetmedar her tim alî ye û di rola xweparastinê de ye. Rewşenbîrên kurd zêde pirsan nakin…

Mûhsîn Seyda: Rast e, otosansurek çêbûye. Em hemû wê bikar tînin. Berî edîtorên rojnameyan em xwe sansur dikin. Em qet nafikirin ku sînorên ji bo me hatine danîn bişkînin. Divê em sînorên ji bo me hatine danîn derbas bibin…


D.O: Baş e, em li romanê vegerin. Di romana te de helwesta Mujdeyê ya eşîrtiyê, û gelek tiştên din wek îro ne? Mirov zêde guherînan nabîne? Ma di wir de problemek tune ye? 50-60 sal borîne lê hest û feraseta me hê neguheriye…

Jan: Ji ber sedema parçebûnê, ji ber sedema mercên dijminên me ku her yek şikleke, di me de hê girêdana neteweyî zêde xurt nebûne.


D.O: Di r
omanê de dînek heye, Emîr Axa her avê berhev dike û dibêje, “Behr nebe komar dê têk biçe”, dîsa Hejar ji Berzanî re dibêje, “Kurdistan çênabe”, Berzanî dibêje “Çima?” Hejar dibêje, “Ji ber ku behra me tune”… Behr di vir de çi sembol dike? Dîsa nebûna behrê nişaneya bê hêvîbûnekê ye…

Jan Dost: Behr têkilî ye. Dema ku tu li pirtûka cografya dinêrî, tu bi behrê dikarî xwe bigihînî welatekî. Almanya neçû li Efrîqayê kolon çênekirin, Spanya çû… Alternanîfa behrê ji bo kurdan dîplomasiya kurdî ye, bi gemiyên dîplomasiyê em dikarin xwe bigihên deveran. Wê demê avakirina welatekî kurdî wê hêsantir bibe. Behr ne wek nifşek xwezayê ye, li Efrîqayê gelek dewlet hene lê bê behr in. Behra me tune be jî divê gemiyên me yên dîplomasiyê hebin…

Kurd çiyayî ne. Çiyayan li cem kurdan du rol lîstin. Yek; erênî; çiyayan kurd parastin. Ya duyem; çiyayan kurd bi paş de hiştin. Çiya ew parast, nehişt tesîr ji derve were, hem wekî gundî paşketina wî parast, hem jî ew wekî miletek parast. Dema ku miletek behrîbûya wê paşketina wî nehata parastin, wê gelek xelk û milet bidîtana… Wê têkilî bi her kesî re çi bikirana…


D.O: Di dawiya romanê de jî Badîn bi çiya dikeve û dibe mij…

Jan Dost: Ew fantaziyeke, hêviyên wî hemû şikest in, evîna wî şikest, xewnên wî têk çûn… Hêviyên wî komar bûn, evîna wî bû… tev têk çûn. Ew jî ma bê ruh. Mirovekî bê rih dikare çi bike, ew jî wekî mirovekî bê rih nema xuya bû...


D.O: Di r
omanê zêde tesadûf hene, ger tesadûf nebana, romanê nedikarî dewam neke, tesadûf wekî mûyekî zirav caran caran... heke ew mû biqede dê roman kuta bûya.

Jan Dost: Rast e, tesaduf gelek caran beşên romanê digihîne hev, an jî bûyer hev dimîne biqede lê bi tesadufekê careke din dom dike... Rastî di jiyanê de tesaduf pir in. Hin fîlozof dibêjin destpêka jiyanê tesadufek e. Lê di romanê de bikaranîna tesadufê, her çendî fantazî be, belkî tameke din dide romanê, carînan ji min re dibe îlac. Ez dikim nakim riyekê nabînim ku bûyerê temam bikim, ez xwe dispêrim çeka tesadûfê. Wekî îtîrafekê dibe ku romanê qels dike lê wekî çare tune bû ji bo min.


D.O: Di romanê de pir sembol hene, hin caran mirov dibêje qey helbest e...

Jan Dost: Rast e. Min xwest ez ji bo vê romanê atmosfereke taybet çêbikim, bi taybetî ji bo vê romanê. Belkî romaneke din bi vî awayî nenivîsim. Lê ez helbestvan im, kesê sereke, leheng Badîn helbestvan e, yanî ezê bi çi zimanî binivîsim, ne kesekî gundî ye, ne pêşmergeyek e... Ji ber vê ez nikarim gotinên normal bikim, divê gotinên bilind bin.

Li aliyê din, ez bala xwe didim romanên kurdî, -yên ku min şopandine, pareke mezin haya min jê tune, bi taybetî soranî- zimanê ku roman pê tê nivîsandin zimanekî qels e. Li ser nehatiye xebitandin. Bi zimanê gotarê roman tê nivîsandin. Divê zimanê romanê dewlemendiya zimanê ku pê hatiye nivîsandin bide xuya kirin. Zimanê kurdî, bi xwe gelek zengîn e. Roman pîvana zengîniya zimanekî ye. Divê zimanê romanê xurt û dewlemend be. Bi israr min xwest ku ez bidim nîşandayîn ku zimanê kurdî ew qas zimanekî gihîştiye, zimanekî nazik e. Divê firehbûna ferhenga kurdî di nivîsa kurdî de bê xweyakirin. Heke firehbûna ferhenga kurdî di romanê de xuya neke bizane ev ne romanek serketî ye.


Mûhsîn Seyda:
Romanên dîrokî dema tên nivîsandin, xwendevan jî wekî dîrokê lê dinêre. Lê di mijabadê de car car fantaziya dîroka rastîn, rengekî ji windabûnê çê dike. Yanî yê Mijabadê dixwîne, Hêmîn, Hejar Qazî Mihemed û ew navên din, gelo windabûnekê çênake... li cem xwendevan. Çima roman yekser ne fantaziye mijara wê cardin mijabad ba... Car caran em dinêrin mirov dikare wek belgeyek dîrokî bibe...


Jan Dost:
Ne me got ez nikarim romanê wekî dîrokê binivîsim, wekî dîrokê nayê nivîsandin. Min gelek pirtûk li ser Mehabadê xwendin, min dikarî ez pirtûkek li ser Komara Mehabadê binivîsim, ne wekî roman. Min dikarî berhemek dîrokî binivîsim, lê ev, ne mebesta min bû. Ji ber vê yekê ez hacetî fantaziyan bûm, hacetî rastiyên dîrokî jî bûm. Lê tiştê pêwîst ev bû, ez fantaziyan ne li ser hesabê dîrokê çêkim, ne jî dîrokê hemû bînim deynim li ser hesabê fantaziyan... Wekî blansekê çêkim, di navbera fantaziyan û dîrokê de, ez nizanim çiqas bi ser ketim...


D.O: Em dikarin bibêjin Mijabad romanek dîrokî ye?

Jan Dost: Ev pirs ji xwendevanan û ji rexnegiran tê kirin. Ez nizanim. Wexta ku min çêkiriye min romanek ku mijara wê, dekora wê dîrok e. Çarçova wê komara Kurdistan a Mehabadê ye. Ez nizanim emê bikin kîjan rêzê. Bersiva wê dê xwendevan bide.

D.O: Te kedek mezin da. Salek borî, eleqeya ku tu bendê bûyî te dît. Te çi hêvî dikir, çi derket pêşiya te?

Jan Dost: Na min nedît. Ezê eşkere bibêjim, mirov çawa be berhema xwe nas dike, qîmet û giraniya wê li cem min heye. Ne ji ber ku min nivîsiye, ez wekî xwendevanekî bim jî giraniya wê cem min heye. Ez li benda eleqeyek mezintir bûm. Ji ber ku ez dibînim berhemên ez vê wekî rexne dibêjim, ji bo tevger û danûstandina wêjeya kurdî li bakur jî li başûr jî li her derê, berhemên gelekî qelstir derdikevin, lê reklama wan bêhtir tê kirin. Ji ber danûstandina di navbera xal û xarziyan de, ku di navbera malper û nivîskaran de rexnegiran de heye, tu dinêrî deh nivîskaran behsa berhemê kiriye, resmê wê derxistine di televîzyonan de... Ez bixwe li reklamê nagerim, berhemê dinivîsim û datînim. Ez vê yekê meteryalek firotinê nabînim. Bo min tiştê girîng heke di nava dîrokê de ji xwe re cîhek vekir temam e. Piştî ez pênûsê datinim ez têkiliya xwe jê dibirim. Êdî divê ew xwe bimeşîne. Li tevaya bakurê Kurdistanê yek gotar li ser hate nivîsandin. Di înternetê de bi giştî du sê nivîs çêbûn, lê hevalên min bûn çûbûn nivîsîbûn... Wekî din tiştek tune bû... Jixwe tu rêxistin û otorîteyên kurd qîmetê nadin nivîskaran. Kesê herî bêqîmet nivîskar e di civaka me de. Ne kes qîmetê dide berhemên nivîskarên kurd û ne jî nivîskaran bixwe. Kesê herî bêrûmet dijîn nivîskar in.

Ji bilî vê, dixwazim tiştekî din bibêjim; ev berhema -ku tu şev û roj pêre westiyayî, te zimanê wê rêstiye, te avakiriye, te qor bi qor rêz bi rêz bilind kiriye-, tu didî dest hinekan tu dibêjî bila çap bikin. Ew kes jî mafê xwe dibînin, ew rêzên ku te çêkirine ji nû ve xera bikin. Li gor dilê xwe, li gor mejiyê xwe, li gor gramera ku di serê wan de vê nivîsê xera bike... Min gelek deveran gotin got. Nizanim hûnê wê biweşînin neweşînin, ez dibêjim romana min zîna pê hat kirin ji aliyê ziman ve. Yanî min qîz teslîmî wan kir, jin hate vegerandin. Gerek wisa nebûya. Ziman dema tu çê dikî, ew ne tenê zimanê kurdî ye, zimanê te ye, zimanê min e, min çêkiriye ew ziman, erê zimanê kurdî ye, lê min rihê xwe xistiye wî zimanî. Çênabe tu werî tu bibêjî gramer wiha dibêje...


Mûhsîn Seyda:
Berpirsiyarê bîr û baweriyên romanê berpirsiyarê zimanê romanê ye.

Jan Dost: Ew roman derkeve bila rexne li zimanê wê bibe, bila li naveroka wê bibe, ez berpirsiyar im. Ne tu yî. Tu diweşînî, tu pirtûkê diweşînî, dilxwaziyeke ji bo wêjeya kurdî. Em bibêjin sed salên din, yek rabe bêje ev gramer ne rast e, ev rexne li min dibe. Niha berpirsiyarê zimanê wê romanê ne ez im. Ez xwe ji tewanga Mijabadê dûr dixim. Tewangên di Mijabad de hatine bikaranîn ev ne zimanê min e. Bi nêrîna tewanga ku di Mijabadê de hatiye çêkirin, wekî ku tu rabî heriyê li nava çavê peykerekî bidî ye. Ez tiştek din nabêjim.


Mûhsîn Seyda:
Li derveyî Mijbadê em li ser ziman biaxivin. Em behsa “paqijiya zimanê kurdî” dikin, lê ev ziman berhemên wî kêm in. Lê ew zimanê ku car caran navxwe de em rexne lê dikin, ev zimanê ku têde gotinên biyanî hene, wekî tirkî, farisî û erebî, rastî dewlemend in, emrê berhemên wan vedigerin 600 sal 800 sal. Ez dibêjim xwezî zimanê me “ne paqij ba” bila wekî wan berhemên me jî hebûna. Îcar li ser vê mijarê, “paqijiya ziman” “ne paqijiya ziman”, ev hesasiyeta ji bo gotinên biyanî tu çawa dinirxînî?


Jan Dost:
Ez dibêjim ziman çiqasî paqij be, sedî sed paqij be tu têkilî bi kulturên din re nekiriye. Zimanekî di şikefta xwe de rûniştiye. Zimanê ku peyvên biyanî tê de hebin ew ziman dêmek ketiye ceng û cîdala bi kulturan re, danûstendin kiriye wî zimanî. Çawa ezê rabim, peyvek bi sedan salane cihê xwe di ferhenga kurdî de girtiye û bûye kurdî, yanî di nava zimanê kurdî kedî bûye biavêjim. Mafekî min ê wisa tune. Ew kalikê min, bavê min bajo hetanî kesê yekem ev peyv ji xwe kedî kirine, ezê çawa wê peyvê biavêjim. Ev peyv bûye milkê min. Du sedemên paqijmayîna ziman hene, yan ev ziman di şikefta xwe de maye, yan jî bi saya kesên şovenîst ev ziman li ser piyan maye. Li dinyayê zimanên zêde paqij tune ne. Ziman bi zimanan re pêş dikeve. Yanî ereb ji zimanê xwe razî ne, ji dest pêkê heta niha ev peyv ketin nava zimanê wan. Navên gulan tev bi farisî ketin nava erebî, ereban ne got zimanê me zimanê Quranê ye divê paqij bimîne. Negotin ka em peyvek di şûna Nêrgiz de bikin nava zimanê erebî.


D.O: Temaya bingehîn ya romanê evîn e? Ligel vê yekê tê zanîn ku mirov carekê hez dike, lê Badîn ji carekê zêdetir hez kiriye, û her kezkirinek ji ya din germtir e. Dîsa ligel vê evîna mezin em dibînin, diçe kerxanê...

Jan Dost: Ez çawa behsa evînê bikim? Wekî şewatekê. Tu nikarî bînî ziman. Evîn ew însanê ku bi vî derdî dike, wekî însanekî bişewite tu carî nikare vê şewata xwe ji bîr bike, wê bîne ziman, wê bibêje. Ez ji te re nebêjim ezê ji rûpelan re bibêjim.

Li aliyê din yekî pirsek li min kir got, “Badîn pêşmerge ye, tu dihêlî ew biçe kerxaneyê.” Min got, “Ez dixwazim ev tabloya ku me ji bo pêşmerge-gerîla resim kiriye, -însanekî pîroz e, însanekî bê hest e, însanekî bê dil e-, divê were şikênandin. Ew însan e. Hestên wî jî hene. Evîn jî li bal wî heye.” Ji bo wî nebaş e ku em her tim wî wekî ‘pîroz’ didin nîşandayîn. Em dibînin yên ku di zindanê de derketine... Ji wan yekî digot, “Me wekî şoreşger dihesibînin, guh nadin hestên hundirê me”, Me wisa kiriye ku ew êdî fedî dikin ku hestên xwe yên rastîn bidin der. Ew tiştek xelet e.

 

 

***

Nûçeya eleqedar:

- Careke din 'Mijabad' hat

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 19 02 2026

Hevpeyvînek ligel Cegerxwîn

news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Sînemagerên navdar dersên sînemayê didin

ad

'Yaramaz Çocuklar' Xelata Gûzika Zêrîn, 'Çîroka Zîn û Alî' Xelata Yilmaz Guney girt

ad

Biryara Culemêrg û Şirnexê bi paş ve hat kişandin

ad

Hevpeyvînek bi Seyda Celalettin Yoyler re

ad

'Qirix'ê me Dogan Guzel

ad

Enstîtuya Kurdî: Arinç zihniyeta hikumetê nîşan da

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname