Diyarname
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê li ser gotina Cîgerê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Arinç daxuyaniyeke weşand û got ku gotinên dawî yên Arinç ên der barê zimanê kurdî de, niyet û zihniyeta bera ya vê partî û hikumetê careke din bi awayekî zelal derxist holê.
Vaye daxuyaniya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê:
“Ev ne cara ewil e ku rayedarên dewletê bi daxuyaniyên xwe yên bêbingeh ziman û gelên ne tirk kêmî xwe dibînin û bi helwesta kesên raser heqaret li çand, ziman û nasnameyên dîtir dikin. Çendî berdevk û karbidestên hikûmeta AKP’ê îdia dikin ku ew “demokrasiya pêşketî” tînin û wan dawî li “siyaseta red, înkar û asîmilasyonê” aniye jî, lê gotinên dawî yên Cîgirê Serokwezîr birêz Bulent Arinç ên der barê zimanê kurdî de, niyet û zihniyeta bera ya vê partî û hikûmetê careke din bi awayekî zelal derxist holê.
Di rastiyê de tiştekî zêde ji siyaseta dewletê ya ku ji dema avabûn komarê ve berdewam e, neguheriye û hikûmeta AKP’ê jî bi daxuyaniyên xwe yên kesên karîger vê siyaseta hanê didomîne. Berê kurd tune bûn, ew tirkên çiyayî bûn û zimanê wan jî zimanekî têkel ê ji erebî, farisî û tirkî bû. Di dema vê hikûmetê de “kurd” hene, lê îcar zimanê wan ne zimanê medeniyetê ye.
Ew ên ku dibêjin “Em ê makeqanûneke demokratîk” çêkin, xwe dispêrin Qanûna Bingehî ya berhema 12’ê Îlonê û pê li sedeman digerin. Bi vê helwesta xwe jî, jixwe niyeta bê ka makeqanûneke çawan dixwazin, nîşan didin.
Birêz Bulent Arinç hem kesekî mafzan hem jî kesekî dîndar e, lê der heqê kurdan û zimanê kurdî de mixabin ku ew jî xwedî van fikiran e. Ev raman, ramaneke gelşdar e, biçûkdîtina ziman û çandan jî herhema zihniyeteke paşmayî ye.
Eger bi rastî Birêz Arinç demokrasîxwaz e, bila asteng û qedexeyên li ser kurdan û zimanê kurdî hilîne, na eger berdewamkerê siyaseta heyî ye, bila li mehneyan negere û bi aşkera li dijî perwerdehiya bi zimanê kurdî derkeve. Ne ku kurdan biçûk bixe û tinazê xwe bi zimanê kurdî bike. Ev ne raman û hizrên kesên demokrat û alîgirên demokrasiyê ne.
Ev siyaseta kemalîst ji tu pirsgirêkan re nebûye derman ku ji niha bi şûn de jî bikaribe bibe çare. Çare pejirandina maf û azadiyan e, pêkanîna demokrasiyeke wisan e ku ji bo her kesî ye.
Em wek Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi tundî vê helwest û zihniyeta hanê şermezar dikin û dibêjin ku hemû mafên kurdan wekî şîrê dayikê ji wan re heq û helal e.”