Diyarname
Hikumetê dixwest bi zagona nû bajarîbûna Culemêrg û Şirnexê betal bike, wan bike navçe û ji dêvla wan ve Cizîr û Geverê bike bajar. Li ser vê yekê hem saziyên sivîl, hem HDP'ê gelek hewl da, di dawiyê de di zagona torbeyê ya ku niha li Meclisa Tirkiyeyê de ye xala li ser Şirnex û Culemêrgê jê hat derxistin. Her du bajar dê wekî bajar bimînin, her du navçe jî dê wekî xwe navçe bimînin.
Her wiha biryara "kayyum"an jî ji zagonê hat derxistin.


