Diyarname
Nivîskar Elizabeth Gilbert pirtûkeke nû dê çap bikira, lê ji ber bertekan çapkirina pirtûkê da rawestandin.
Li ser vê yekê Gilbert bi ser hesabê xwe yê instagramê re vîdyoyeke belav kir û got, "Gelek xwendevanên min ev rexne kirim. Mijar çi dibe bila bibe pirtûkek ku mijara wê li Rusyayê derbas dibe ew êşandine, wan ev anîn ziman. Niha ne dem dema weşandina vê pirtûkê ye. Gelek mirovên ku êş û zirar dîtine, ez zirarek din li zirarê wan zêde nekim."
Elizabeth Gilbert nivîskara pirtûka "Bixwe, Dia bike, hez bike" ye. Ev pirtûka wê gelek navdar bûbû û jê fîlm jî hatibû kişandin. Di fîlm de lîstikvanên navdar Julia Roberts û Javier Bardem lîstibûn.
Wê bi navê "The Snow Forest" (Daristana Berfê) pirtûkek nivîsandiye. Çîroka pirtûkê li Rusyayê derbas dibe. Lê ji ber ku di navbera Rusya û Ûkraynayê de şer berdewam dike û çîrok li Rusyayê derbas dibe rastî bertekan hat. Ji ber vê Gilbert çapkirina pirtûkê bi paş ve kişand.
Penguin Random House li ser malpera xwe beşek ji pirtûk belav kir lê paşê ev jê bir. Li gor agahiyê, çîroka pirtûkê li nava sedsala 20'î li Sîbîryayê derbas dibe û çîroka malbateke ku ji rejima Sovyetê li cihek dûr dijî pêşkêş dike.
Serê vê mehê hatibû ragihandin ku dê meha reşemiya 2024'an de pirtûk bê çapkirin. Ji niha de hin pêşsîparîş hatibûn dayîn, lê piştî vê biryarê ev sîparîş jî dan rawestandin