Diyarname
20 fotoyên Beatles ên ku heta niha qet nehatine weşandin bi mezatê têne firotn.
Li gor nûçeya BBC fotoyên reş û sipî, di sala 1964'an de li Şanogeha Scala ya li Londonê, didema fîlmê yekemîn ê kom3ê "A Hard Day's Night" de, li Studyoya Pinewodd ji aliyê Midûrê Dikê Peter Allchorne ve hatine kişandin.
Fotoyên ku Allchorte bi salan di albuma malbatê de veşartin, di 19'ê gulana pêşiya me de li Mezatxaneya Omega ya li Stockportê derdikevin mezatê.
Li bendê ne ku foto bi 16 hezar dolarî bêne firotin.
Di mezatê de qerteke menuyê ku komê di balafirê, di reşemiya sala 1965'an de dema ji Londonê diçûn New Yorkê îmze kiribû jî tê firotin.


