Diyarname
Li Santral Îstanbul a Zanîngeha Bîlgiyê vê yekşemê du çalakî li dar dikevin Yek jê konser e û ya din jî belgefîlmeke ku ji nav 3 hezar saet dîmenênj i welatên cur bi cur hatiye çêkirin.
Zanîngeha Bîlgî ya Stenbolê ji bo balê bikişîne "Roja Dinyayê" roja 22'yê mehê li Santral îstanbulê bi navê "Şahiya Ciwanan" çalakiyan li dar dike. Di çarçoveya "Şahiya Ciwanan" de dê muzîkar Ozgur Demir konserek pêşkêş bike.
Ozgur Demir ku li Zanîngeha Stenbolê xwendibû di salên zanîngehê de tevî hevalên xwe komek bi navê "Kutup Yildizi" ava kir, lê piştî albuma "Onurumuz" ku derxistin êdî bi tena serê xwe karê xwe yê muzîkê didomîne. Ozgur Demir dê di navbera saetên 12.30 - 13.00'an de konsera xwe pêşkêş bike.
Piştî konserê di saet 13.30'î de jî dê belgefîlmê bi navê "Li ser rûyê dinê rojek" bê nîşandayîn.
Di sala 2008'an de dest bi kişandina belgefîlm kirine. Li çar aliyên dinê mirovan dîmen şandine ji bo vê projeya belgefîlm û di dawiyê de 3 hezar saet dîmen hatine ser hev. Û ji nav van belgefîlmek 2 saetî amade kirine ku di 22'yê Avrêlê Roja Dinyayê de li gelek welatan nîşan bidin.
Di belgefîlm de dîmenên Stenbolê, merasima leşkerî ya li Koreya Bakur, xwe berdana bin behrê ya soberîneran a li Behra Sor, dîmena rojbûna zarok ku li Hollandayê rastî nexweşiyeke genetîkî ya ecêb hatiye û gelek dîmenên din hene.
Belgefîlm dê saet 13.30'î de li Santral İstanbûlê bê nîşandayîn.
Kunyeya belgefîlm:
Sazkirin: 2012 - DYA
Derhêner: Kyle Ruddick
Senaryo: Kyle Ruddinck
Sazkar: Daniel Lichtblau, Brandon Litman
Mawe: 104 deqe
Fînansa projeyê: Creative Visions Foundation