Diyarname
Roja 9'ê avrlê 2012'yan zanyar û nivîskarê kurd ê navdar, doktorê dîrokzaniyê, Serokê Para Kurdzaniyê ya Enstîtuya Rohilatzaniyê ya Akademiya Ermenistanê yê zanistiyê Karlênê Çaçanî di 83 saliya temenê xwe da li Yêrêvanê çû li ser dilovaniya xwe.
Karlênê Çaçanî 25'ê kanûnê sala 1929'an li gundê Cercerîsê li Ermenistanê ji diya xwe bûye. Navê gundê wan niha Dêrik e. Ew gundekî kurdên êzîdî ye li navçeya Elegezê. Karlên hema di biçûktiyê de terbiye-torên kurdî li ber destên pîrika xwe Meyrê û kalikê xwe Çaçan distîne, yên ku baş hay ji nimûnên zargotina gelêrî, erf-edet û rabûn-rûniştina civaka netewî hebûn. Ew bi rihê welatparêziyê nebiyê xwe perwerde dikin û nasiya wî didine cewiharên zargotina kurdan. Li ser merîfeta Karlên ya efrandarîyê wisan jî bavê wî Aramê Çaçan bandora xwe dihêle, yê ku di dema xwe da gelek nimûnên zargotinê tomar kiriye û wekî pirtûk çap kiriye.
Karlênê Çaçanî sala 1948'an mekteba gundê Elegezê ya navîn kuta dike û hema wê salê jî di Enstîtuya Rewanê ya Dersdaramadekirinê de, li fakultêta dîrokê tê qebûlkirinê.
Xwendina bilind ew sala 1952'yan dest tîne û dibe dersdar. Paşê ew di para kurdî de li Radyoya Yêrêvanê derbasî li ser kar dibe û demekê li wir dixebite. Di salên 1955-1961'an da ew li rojnama "Rya teze" wekî serwêra para çand û wêjeyê kar dike. Dû wêra hetanî roja dawî li para kurdzaniyê ya Enstîtuya Rohilatzaniyê ya Akademiya Ermenistanê yê zanistiyê wekî zanyar kar dikir, lê salek berê bû serokê wê beşê.
Zanyarê naskirî gelek berhem amade kirine. Wî nêzîkî sedî gotarên zanîstiyê li ser dostaniya kurdan û ermeniyan, li ser çand û dîroka kurdan nivîsiye. Wekî 15 pirtûkên efrandinên wî derketine, gelek ji wan jî bi zimanê rûsî û ermenî hatine weşandin.
Nivîskar ji salên 60'î destpêkirî endamê Yekîtiya Rojnamegeran û Yekîtîya Nivîskarên Sovyeta berê bû. Sala 1966'an wî hildibijêrin wekî sedrê koma nivîskarên kurdên Ermenîstanê û ew gelek salan wî karî dimeşîne.
Karlênê Çaçnî sala 1965'an li ser mijara dostaniya gelên ermenî û kurd di sedsalên 19-20'î da têza zanyarî xwe dike û dibe doktorê dîrokzaniyê.
Wan salan helbestên wî di rojname, kovar û berevokên Ermenistanê yên bi zimanê kurdî, ermenî û rûsî de çap dibin. Hizkirin û mêla helbestvan gelekî ber bi zarokan hebû û lema jî berevoka helbestên xwe ya pêşîn ji bo wan bi sernivîsa "Ahmedê egît" amade kiribû û li sala 1958'an li Rewanê bi zimanê kurdî çap kirîye. Afirandinên li vê berevokê cîhbûyî nêzîkî dilê zarokan in û helbestvan wan bi rihê welatheziyê, mirovheziyê û mêrxasiyê va terbiyet dike. Piştî du salan berevoka afirandinên Karlênê Çaçanî ya nû ji bo mezinan bi sernivîsa "Gul" ronayî dibîne. Mijara vê berevokê welatparêzî û aştî ye. Paşê pirtûkên wî yên bi navê "Şêr û kew", "Dil û weten", "Baqe tav", "Zerê", "Zînê" û yên mayîn çap dibin. Gelek helbestên wî di berevoka "Bahara teze" de (bi dehê salan li pey hev) ronayî dibînin.
Helbestên wî bi rûsî, ermenî, gurcî, erebî, almanî û bi zimanên mayîn jî hatine wergerandin. Sala 1983'yan çapxana "Sovêtskîy pîsatêl" (nivîskarê Sovyêt) li Moskovayê berevoka Karlênê Çaçanî çap kir. Xûdan berhemê navê wê danîye "Radûga"(Keskesor): bi rastî jî helbestên vê berevokê wekî keskesorê pirawazin û bi naveroka xwe ve jî hewaskar in.
Karlênê Çaçanî wisan jî rojnamager, zanyar û salên dirêj berpisyarê pirtûkên kurdî bû. Gelek gotarên wî yên balkêş di kovar û rojnaman da derketine. Lê berhemên wî yên zanyariyê – "Kurdên Ermenistana Sovyetê nava 40 salan da", "Ji dîroka dostaniya gelên ermenî û kurd" (herdu jî bi ermenî), "Dostiya gelên ermenî û kurd" (bi kurdî), "Kovar û rojnamên ermenîyan li ser kurdan di salên 1850-1920'î da" (bi rûsî û ermenî) ji hêla zanyar û xwendevanva bilind hatine qîmetkirin. Karlênê Çaçanî du xebatên zanîyarî yên giranbuha ên din jî nivîsîne: Navê yekê "Mêrxasîya kurdan û ermenîyan li Dêrsimê li dijî Tirkiyê", lê ya dinê awa tê navkirin: "Dîroka heleqetîyên ermeniyan û kurdan ya çandê di salêd 1950-1980'ê da". Sala 2006-an navê doktor-profêsor dane wî.
Karlênê Çaçanî ji bo emekê mezin yê di warê pêşvebirina wêje û çanda kurdên Sovyeta berê de gelek caran hêjayî xelatên Ermenistana Sovyêtê yên dewletê bûye.
12'ê avrêla sala 2012'yan meytê Karlênê Çaçanî wê li Ermenistanê li gûndê kal-bavên wî–Dêrikê bispêrin axê.
Ji Kurdistan.ru hatiye girtin


