Diyarname
Di maçên ji bo kûpaya Cîhanê de Spanyayê li Stenbolê bi 2-1 Tirkiye têk bir.
Di koma 5'an a Ewropayê ya ji bo çûyîna Kûpaya Cîhayê ya 2010'an de roja yekşemê Spanya û Tirkiye li Spanyayê hatibû pêşberî hev û Spanyayê Tirkiye bi 1-0 têk biribû. Maça diduyan a di navbera Spanya û Tirkiyeyê de li Ali Samiyenê li Stenbolê li dar ket. Di maçê de Tirkiye bi 2-1 têk çû û êdî hema bibêje siûda Tirkiyeyê nema ku di 2010'an de beşdarî maçên Kûpaya Cîhanê bibe.
Di malê de Semihî di deqîqeya 26'an de golek avêt û Tirkiye bi 1-0 derxist pêş; beşa yekem a maçê bi vî awayî xelas bû. Di beşa diduyan de Xabi Alonso di deqîqeya 63'yan de li ser navê Spanyayê penaltiyek avêt û maç bû 1-1. Di deqîqeya 90+2 de Riera gola dawî avêt û Spanyayê maç bi 2-1 bi dest xist.
Di dawiya maçên ku îşev hatin lîstin de pûanên koma 5'an bi vî awayî çêbû:
Spanya 18 pûan
Bosna Hersek 12 pûan
Tirkiye 8 pûan
Belçika 7 pûan
Estonya 5 pûan
Ermenistan 1 pûan
Di vê komê de maçên ku dê hê bêne lîstin:
5 Rezber 2009, Tirkiye - Estonya
5 Rezber 2009, Ermenistan - Bosna Hersek
5 Rezber 2009, Spanya - Belçika
9 Rezber 2009, Bosna Hersek - Tirkiye
9 Rezber 2009, Ermenistan - Belçika
9 Rezber 2009, Spanya - Ermenistan
10 Ekim 2009, Belçika - Tirkiye
10 Ekim 2009, Ermenistan - Spanya
10 Ekim 2009, Estonya - Bosna Hersek
14 Ekim 2009, Tirkiye - Ermenistan
14 Ekim 2009, Bosna Hersek - Spanya
14 Ekim 2009, Estonya - Belçika
Li gor rêgezê tîma ku di dawiya hemû maçan de bibe yekemîn raste rast beşdarî Maçên Kûpaya Cîhanê ya 2010'an dibe. Dîma herî serketî ya di rêza diduyan de jî raste rast beşdarî maçên kûpayê dibe, lê tîmên din ên ku di 8 koman de bibin duyemîn dê bi hev re bilîzin û ji nav wan 4 tîmên welatan jî dê biçin beşdarî maçên Kûpaya Cîhanê ya 2010'an bibin.