Diyarname
Heta niha 16 tîman 8 maç lîstin lê heta niha hê tîmek 4 gol ser hev de neavêtin ji bilî Almanyayê. Almanya li hemberî Avusturalyayê 4-0 maç bi dest xist û heta niha wekî maça herî zêde têde gol hatin avêtin hate qeydkirin.
Îro sê maç hebûn. Vane ew maç û encamên wan:
Slovenya: 1 - Cezayîr: 0
Di Koma C ya Kûpaya Cîhanê ya 2010'an de îro pêşî maça Slovenya û Cezayîr hate lîstin. Di nîveka yekem de her du tîman jî nekarîn gol bavêjin û nîveka yekem bi 0-0'ê bi encam bû.
Di nîveka duyem de di deqîqeya 73'yan de ji Cezayîrê Ghezzal ji qerta diduyan a zer qerta sor dît û ji maçê hat avêtin. Bi ve yekê re atakên Slovenyayê zêdetir bûn, pêre jî gol ha: Di deqiqeya 79'an de Koren gol avêt û Slovenyayê bi 1-0'ê maç bi dest xist.
***
Gana: 1 - Sirbistan: 0
Di Koma D de Gana û Sirbistan derketin pêşberî hev. Sirbistanê ku di nav koma xwe de yek ji yên ku wekî favorî tê nîşandayîn li hemberî Ganayê têk çû.
Di deqîqeya 74'yan de ji Sirbistanê Lukovic ji qerta diduyan a zer qerta sor dît û ji maçê hat avêtin. Piştî vê Gana hinek din derket pêş û di deqîqeya 84'an de penaltiyek bi dest xist. Rennes penaltî bikar anîn û gol avêt: 1-0. Ganayê bi vê encamê avantajeke baş bi dest xist.
Di qeleya Ganayê de kelevanê berê yê Galatasaray Kingston hebû. Her wiha lîstikvanê berê yê Fenerbahçeyê Apiah jî di deqîqeya 73'yan de daxilî maçê bû.
Ji bo temaşekirina pozîsyonan û gola Ganayê: Vîdyo
***
Panzeran 4 caran gule avêt
Almanya wekî panzerên ku çêdike derket hemberî Avustralyayê û 4 gol ser hev de avêt: 4-0.
Maçên Kûpaya Cîhanê ku heta niha bi hindik golan bi dawî dibûn Almanyayê jî dawî li vê rêveçûnê anî û 4 gol avêt.
Di maçê de lîstikvanê Galatasarayê Neill li ser navê Avustralyayê wekî kaptanê tîmê lîst.
Golên Almanyayê Podolski (dq. 8), Klose (dq. 26), Muller (dq. 68) û Cacau (dq. 70) avêt. Lîstikvan Mesut Ozil ku ji malbateke Tirkiyeyê ye di maçê de lîstikeke baş pêşkêş kir.
Ji bo temaşekirina pozîsyonan û golên Almanyayê: Vîdyo
**
Ji bo nûçeyên eleqedar: KÛPAYA CÎHANÊ 2010


