Diyarname
Kovara zanistî û lêkolînî Zend ku ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve tê derxistin bi hejmara xwe ya nû derket pêşberî xwendevanên xwe. Kovara Zend ku wekî rêzepirtûk tê weşandin di vê hejmara xwe de jî cih daye nivîsên lêkolînî yên der barê ziman, wêje û dîroka kurdî de. Zend ku armanca wê bi zimanê kurdî geşkirina xebatên lêkolînî û akdamîk e di heman demê de wekî weşaneke Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dixwaze bi vê weşana xwe lîteratûra zanistî ya zimanê kurdî jî têkûztir bike.
Kovarê di vê hejmarê de hevpeyvîna kirmanckî “Pey kerran ra yew ressa: Mahmut Celayîr” derxistiye berga xwe. Di hevpeyvînê de li ser wêne û henera Celayîr hatiye sekinîn.
Ev demeke ku kurd li Tirkiyeyê daxwaza xweseriya demokratîk dikin û xweserî her di rojeva wan de ye, vê carê bûye mijara nivîseke ji bo Zendê jî . Hasan Şik di vê hejmarê de gotarekê der barê “Konseyên Bajaran” ku parçeyeke ji rêveberiyên herêmî ye nivîsandiye. Her wiha Amed Tîgrîs jî di ser rewşa gelên alman û fransiyan re balê dikîşine ser têkiliya statû, demokrasî û pêkvejiyanê.
Di warê wêjeyê de Ronayî Onen li ser pirtûka Mehmeh Uzun “Ruhun Gokkuşagi (Keskesora Giyan)” nivîsa xwe nivîsiye û balê dikêşe ser rêwitiya jiyanê ya Mehmet Uzun a helwesta wî ya li hemberî bindestiya kurdan û zimanê kurdî. Nivîseke din a der barê wêjeyê de nivîsa Mamoste Marûf a der barê Evdalê Zeynikê de ye.
Zend ku di her hejmarê de beşek fireh ji bo nivîsên li ser ziman vediqetîne, di vê hejmarê de jî heman tişt kiriye. Ji Zana Farqînî heta Bahoz Baran, ji Îbrahîm Seydo Aydogan bigire heta Ezîzê Cewo gelek kesan li ser kêşe û arîşeyên zimanê kurdî gotarên xwe pêşkêş kirine.
Di warê dîrokê de Hasan Ozguneş rêzenivîsa xwe ya bi navê “Kevnargeha Dîrokê Kurdistan”ê didomîne. Nivîskar Miraz Ronî ku niha girtî ye, bi nivîsa xwe ya bi sernavê “Jiyana Kurdewar” di kovarê de cih girtiye.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.