Diyarname
Duh maçên Lîge Ewropayê ya UEFA'yê yên play-offê hatibûn lîstin. 8 tîmên bi ser ketin û 8 tîmên berê serketibûn diyar bûn û ji bo Dora 16'an îro pişke hat kişandin.
Di Dora 16'an de du maç têne lîstin. Di encama du maçan de tîmên bi ser bikevin derbasî çarîk fînalê dibin.
Encama pişkeyê bi vî awayî çêbû:
- Sparta Prag-Liverpool
- Marsilya-Villarreal
- Roma-Brighton
- Benfica-Rangers
- Freiburg-West Ham
- Sporting Lizbon-Atalanta
- Milan-Slavia Prag
- Karabag-Bayer Leverkusen
Maçên yekemîn roja 7'ê adarê, maçên duyemîn roja 14'ê adarê têne lîstin.
Ji maçên du encama herî balkêş maça Karabag û Braga bû. Tîma Karabag a Azerbaycanê tîma Portekîzê Braga kir mêvan. Karabag di maça yekemîn de bi 4-2 bi ser ketibû û duh li mala xwe bi 3-2 têk Çû. Bi vi awayî di dîroka xwe de yekem car Karabag derket Dora 16'an a Ewropayê.