Yeko Ardil
Mamoste Etem Xemgîn jî xatirê xwe ji me û ji vê cîhana derewîn xwest. Gava em ji vê cîhanê re wiha dibêjin helbet ev nayê wateya nêrîneke nihîlîstî, lê çawa ku di zargotina Kurdî de jî gelek caran behsa wê dihête kirin, ‘hey mala minê, çar rojên dinê ye’,’dinya beredayî ye ezîzê min, ji xwe re axretê qezenc bikin’ û wd. Hemû jî valahî û bêçaretiya mirovî ya li hemberî mirinê rave dikin. Ma gelo tenê bêdesthelatiya li dijî mirinê ye? Na, helbet zayîn ango hatina dinê jî ne di destê mirovî de ye. Belkî ew derfet hebûya û mirovan karîbûna hatina dinê ji xwe re hilbijêrên wê gelek kesan bigota,na. Ez naxwazim, werim wê cîhana ku hinde cefa û tedayî tê de ye û encama wê jî teqes mirin e.
Belê, mirin encameke jênerev e, her candar misoger wê mirinê tahm bike. Her mirov bêguman nûnertiya nirxeke mirovane dike, lê ev jî rastî ye ku mirina hind mirovan li ser gelekan bandorê dike. Hind kes bê ku haya kesî ji wan hebe ji nav me koç dikin. Hind kes gava dimirin heta belkî gelek kes dilşad jî dibin. Lê kesayetên kedkar, afirîner û berhemdar jî hene ku gava koç dikin, gelek kes li dû wan şînê dikin.
Mamoste Etem Xemgîn jî ji bo me yek ji wan kesayetan bû. Gava navê wî dihat ser zimên demildest dîrok dihat bîra mirovî. Salên dirêj pirtûkên herî zêde di destê me de yên wî bûn. Bi taybetî jî Dîroka Kurd û Kurdistanê.
Pirsa ez û em kî ne? Em çi ne, ji ku hatine? Bi taybetî ji bo gelekî wek gelê Kurd, ji bo zarokên vî gelî nemaze gelek cihê daxê ye. Piştî heft saliya xwe di dibistanên kolonyalîstan de bi me dan gotin; em Tirk in. Mamoste jî behsa wê demê dikir û digot: Li malê jiyana me bi Kurdî bû, li dibistanê me digot: Em Tirk in, ji bo axaftina bi Kurdî me çiqas lêdanê dixwar! Piştre ew pirs dev jê bernade mamoste dibistanên bilind bi zimanê kolonyalîstan dixwîne, quta dike lê dilê wî nerehet e. Her li pirsa ez kî me, an jî wek seydayê Cegerxwîn pirs kiriye, kî me ez? Di dil û mêjiyê wî de wek kurmê zanistiyê dilebite û digere. Mamoste, herî dawî li Elmanya dikare çavkaniyên kevnar û berfireh yên li ser dîroka Kurd û Kurdistanê bi dest bixîne û dibêje: Ev pirs û pirsyar hinde dilê min sotibûn, misoger niha gelek kesên din jî bi heman êş û azarê dijîn, nexwe ezê qenciyekê jî bi wan bikim. Her wisa di bin ronahiya xebatên berê yên wek Şerefname, pirtûka Mehmed Emîn Zekî Beg, Bazîl Nîkîtîn û wd de xebateke berfirehtir a nû pêşkêşê zarokên Kurd û Kurdhezan dike.
Dîrok çi ye, çi dîrokê dikemilîne, hêmanên wê zanistiyê çi ne? Dîrok û mîtolojî çiqas di nav hev de ne, li ku ji hevdu diqetin? Metodolojiyeke çawa ji lêkolîna wê re pêwîst e? Ev hemû pirs in. Salên dirêj bê ku li jiyana xwe taybet jî guhdarî bike, di nav refên tozgirtî yên pirtûkxaneyan de digere. Her gava ku li rastî hêmaneke piçûçik a der barê Kurdan de dihê dilê wî dike ku ji singa wî derkeve. Ew dibe hemû sermiyan û karê wî.
Bi zindî dîtina mamoste Etem ji me re jî bû qismet. Ew roj ji bo me rojeke taybet bû. Em sê heval ji Berlînê heta Kolnê çûn û mamoste dikir ku bifire. Hevjîna wî Arzu xanim û dostekî wî jî li malê, li benda me bûn. Mamoste bigazin bû, ji bêwefahiya mirovan, ji bêpêwendiya Kurdan dikuxiya. Me got: Mamoste, vaye em ji Berlînê heta vir ji bo te hatine, gelek salên dirêj di zindanan de û li derve pirtûka te jî li ber destê me bû. Niha bi deh hezaran şagirtên te yên tu hîç wan nas nakî jî hene.
Mamoste pir dilşad bû û got: Ya rastî hîna jî ez dibêjim qey hatina we xewnek e, heta niha ti kesî wiha li deriyê min nedaye.
Bi ser de jî, weşanxaneyên ku pirtûkên min çap kirin û nema li min vegeriyan jî ji bo min bûyîne cihê dilêşiyê. Gelo ev nêzîkbûna li xebateke wiha zanistî ji bo me çiqas rast e? Helbet em pê xemgîn bûn.
Me li wir hevpeyvînek jî ji bo rojnameyê pê re kir. Mixabin ew jî heta piştî mirina wî nehat çapkirin. Mamoste demek dirêj pirsa wê jî kir, piştî dît hevpeyvîn dernayê, hêviya xwe jê jî birî.
Mixabin rewşa me, nêzîkbûna me ya li nirx û heyînên me yên hevpar û neteweyî, payepêdana me ya li ronakbîrên me jî kêm zêde wiha ye. Heta em sax bin, mîna ku mirin qet tinebe nêzîkê hevdu dibin. Gava mirin hinekan ji nav me dibe jî, em ax û heywax dikin, lê êdî dereng dibe.
Carek din em sersaxiyê ji dayika Arzu û ji gelê Kurd re dixwazin.
Li gel hemû gazindeyan jî mamoste ji xebata xwe, ji keda xwe razî bû. Hevjîna wî û torinên wî ew dilşad dikirin. Em jî bi xebatên te serbilind in, bi çûyîna te xemgîr in mamosteyê me.
03.11.2018, Yenî Ozgur Polîtîka
**
Nûçeya Eleqedar: