ROÞAN* CEJN** ÎD*** BAYRAM**** ÎDOÎBRÎXO*****
Behlûl ZELAL
-Rojên roþanannnnn…….!!!!!!
Roþan, sembol û rûmeta nirxên gelan.
Roþan, þahî, dîlan û kêfxweþiya dilan.
Roþan, hêvî, bawerî û mebesta olan.
Roþan, roja piçûk û mezinan. Þahiya hêjar û xizanan. Riwê geþ, dilê xweþ e roþan.
Di cihana zarokan de, þeva roja roþanê qet naqede, çiqasî dirêj e, ew þev! Kêf û þada cil û pêlavên nû. Þekirên cure cure, rengo rengo, neqiþandî. Her cure xwarin û vexwarin, ger, lîstik… Bi ser de, roja roþanê kes dilê kesî nahêle.
Her netewe xwediyê roþanan e. Her roþan jî xwediyê wateyekê ye. Çi olî, çi neteweyî; roþan sembol û nîþaneya wateyekê ne, encamên bûyerên girîng û mezin in. Erdnigariya ku em li ser dijin, ango Mezopotamya; dergûþa mirovahiyê ye. Heta îro, wekî kurd, ereb, tirk, suryan, ermen, îbranî, pir netew, wekî misilman, fileh, êzîdî, cihû pir ol bûne mêvanê vê herêmê. Hin jê hatin û çûn. Hin hatine qewirandin, hin hatine kuþtin, hin jê jî gihane roja îroyîn. Mixabin hin ji gulên Mezopotamyayê çilmisîn, hin bi dûr ketin, ji axa xwe qetiyan, li welatên dûr bela wele bûn.
Gundê me, bi rastî nola mastereya Mezopotamyayê ye (bû). Þêniyên gundê me; kurd, suryan û ereb bûn. Suryan fileh, kurd hin misilman hin êzîdî bûn. Ereb jixwe ew jî misilman bûn.. Ji ber vê yekê, di salekê de, þeþ heb roþanên gundê me hebûn. Didu yê êzîdiyan, didu yê suryanan û didu jî yê misilmanan. Di salê de þeþ caran zarokên gundê me dikirin dîlan.
Di roþanên suryaniyan de, hêkên rengo rengo boyaxkirî didane me zarokan, xwedêyo ma ew çi xweþik bûn. Destê me li wan nediçû ku em wan biþkînin û bixwin. Di roþanên êzîdiyan de jî porteqal didane me zarokan. Þekir, çekulata, kûlîçe, goþt…. Her cure xwarin û vexwarin. Ma ev tenê? A herî xweþ , ne tenê di roþanên me misilmanan de, lê di roþanên êzîdî û suryanan de jî cil û pêlavên nû ji me re dihatine kirîn. Zarokên gundên cîran dihesîdîne me; digotin: “We bi roþanan kêf kiriye”. Xwezî bi wan rojan, xwezî bi wan saet û bi wan kêliyan…!
Lê ma îro? Ji ber gelek sedeman suryan û êzîdî li welatên Ewropayê bela wele bûn. Tu kêfa gundê me nema êdî. Nola hemû gundên Turabdîn. Ne êzîdî û suryan man û ne jî roþanên wan. Jixwe ew rengî, ew xweþî û ew þadiya zarokan jî nema.
Gund vala bûn (vala kirin). Ew xweþî û xweþikahiya þahiya gundan û xweseriya pîrozkirina roþanên gundan jî nema. Gel ji nav hebûnê, miþextî nav tinehiyê kirin. Heta hûn bibêjin bes, dilê mirovan þikest. Mirov têra xwe êþ kiþandin. Þepirze bûn. Bêcih û bêwar, bêderfet, bêkar û bêþûxûl. Derûniya gel xirabû, kêfa dilan nema. Êdî roþan jî nema dikarin, rû û dilê gel bikenînin. Rojan jî têrî kêfxweþiyê nakin, mixabin…
Ligel xerabûna derûniyê û ligel hêjarbûna gel; bingeha çand û zimên jî hilweþiya. Ji ber ku gund, ji bo pêþketin û geþbûna zimên û çandê, mîna zeviyê ne. Ku zevî tunebe, ce, genim dê çawa çêbibe? Çand û ziman jî wisan in. Bi valakirina gundan, toreyên me, çanda me winda dibe, ziman tê jibîrkirin. Her tiþt ji raya xwe tê birîn. Roþan jî wisa ne…
Belkî ji van hemûyan bêhtir, belkî jî ji bo her tiþtî; roþaneke nû divê ji vê erdnîgariyê re û ji þêniyên vî welatî re. Ew roj, roja ku kûþtin û pevçûn ji ser vê xaka delal rabe ye. Ew roj, roja ku feqîrî, tunehî, bêçaretî ji jiyana vî welatî derkeve ye. Ew roj, roja ku kîn, daxasî, neyartî ji dilan derkeve ye.
Ew roj, roja aþtiyê ye, aþtiya Mezopotamya...
Bila roþanên we aþtî, aþtiya we roþan be…
HEMÛ ROÞANÊN WE PÎROZ BIN.!
*- Bi kurdî (dimilî)
**- bi farisî
***- bi erebî
****- bi turkî
***** -bi suryanî
***
Nivîsên Behlûl Zelal ên ku di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- Înce Memed Mir..!
- Welatek
- Masiyên Tî
- Helwesteke rasteqîn, pêwîst û derengmayî
- Komeleya Badek û zîziya dil