Diyarname
31’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê bi mesarimeke ku li Salona Pêşangeh û Kongre ya Lutfu Kirdar li dar ket dest pê kir. Festîval heta 15’ê adarê dê li dar be.
Di merasima ku lîstikvan Mehmet Ali Alabora pêşkêş kir de. Alabora bi daxwaza ji nû ve vekirina Sînemaya Emekê dest bi axaftina xwe kir û temaşevanan ji bo piştgiriya xwe bi xurtî li çepikan da. Paşê lîstikvanên wekî Saadet Işil Akso, Ozgu Namal, Hulya Koçyigit, Tarik Akan û endamên juriyê Nazan Kesal, Yuksel Aksu her yekî bi pêşkêşkirina xwe beşek festîvalê da nasîn. Di merasimê de hin derhênerên wekî Lutf O. Akad, Yusuf Kurçenli, Ken Russel, Theo Angepoloulos ku ji festîvala par heta niha jiyana xwe ji dest dane jî hatin bibîranîn.
Yekemîn rexnegira sînemayê ya Tirkiyeyê, kedkara sînemayê, nivîskar û wergêr Sevin Okyay Xelata Sînemayê ya Rûmetê girt. Serokê Juriya Laleya Zêrîn ê îsal Murathan Mungan xelata Okyay da wê.
Paşê derhêner Ali Ozgenturk ku di salên 1960’î de belgefîlm kişandine, paşê asîstaniya Yilmaz Guney û Zeki Okten kiriye û heta niha gelek fîlmên wekî Hazal, At, Bekçi, Su da Yanar, Çiplak, Mektup, Balalayka, Kalbin Zamanı, Gorunmeyen kişandiye xelata rûmetê girt. Lîstikvan Mujdat Gezen xelata Ozgenturk da wî.
Lîstikvan Ayşen Gruda ku jiyana wê di nav lîstikvaniyê de derbas bûye û lîstikvan Halit Akçatepe ku ev 69 sal in lîstikvanî dike û heta niha di nêzî 100 fîlmî de lîstiye xelata rûmetê girt. Lîstikvan Tarik Akan xelata Gruda û Akçatepe da wan.
Ji derveyê Tirkiyeyê jî derhênerê navdar Terence Davies Xelata Rûmetê ya Sînemayê ya Festîvalê girt. Davies xelata xwe ji destê Serokê Lijneya Rêveberiya ÎKSV’ê Bulent Eczacibaşi girt. Piştî merasimê fîlmê derhêner Davies “The Deep Blue” hat nîşandayîn. Ev fîlm di heman demê de di festîvalê, di beşa “Yên li hemberî salan qudê dixwazin” de dê bê nîşandayin.
Di festîvala fisal de li dor 200 fîlm têne nîşandayîn. Her wiha gotûbêj, xebatên atolyeyan û dersên sînemayê dê li dar bikevin.
***
Nûçeyê eleqedar:
- Festîvala Stenbolê fîlmên kurdî dike mêvanên xwe
- Di Festîvalê de Dersên Sînemayê
- Dest bi firotina bilêtên fîlman kirin
- Rêwîtiya Festîvala Stenbolê dest pê kir
- Xelatgirên Rûmetê yên Festîvala Stenbolê diyar bûn
- Serokên Juriyê Ceylan û Mungan in