ARDÎN DÎREN
Di nava vê hefteyê de li Êlihê Sînemaya Yilmaz Guney hate şewitandin. Hinek dibêjên ji ber kontaktê agir pêket. Lê ez ji vê yekê bawer nakim! Li gor min ev yek dereweke mezin e. Mirov dikare bibêje ku bi zanebûn agir berdane Sînemaya Yilmaz Guney. Gelo çima agir berdan sînemayê? Tê zanîn ku ev nêzî çend meh in li Kurdistana Bakur hemû şaredarî hatine dagirkirin. Kayûmên ku avêtine ser van şaredariyan, kesên bîrkor in û ji hunerê jî gelek dûr in. Ev kayûm van şaredariyan niha li gor zagonên mêtîngehan bi rê ve dibin. Gava ku ev kayûm ji hêla efendiyên xwe ve hatin peywîrdar kirin, yekemîn car êrîşên avahiyên çand û hunerê kirin û xwestin bigirin. Bi dehan kesên ku di bin banê şaredariyan de bi şano û sînemayê re mijûl bûn ji kar derxistin. Ji bo Êlihê jî û ji bo Yilmaz Guney jî heman tişt derbasdar e. Kayûm berê jî bi lêv kiribû û gotibû, “Em ê avahiya Sînemaya Yilmaz Guney hilweşînîn.” Ev biryar li gel wan zelal bû, divê sînema xera bikira ango hilweşanda. Lê dîtîn ku ewê bertekên tund li hember wan derkeve ji bo sînemayê, wan jî li gor xwe lîstîk û planên qirêj xistin meriyetê û herî dawî jî Sînemaya Yilmaz Guney şewitandin. Êdî dê li gor dilê xwe ciyê Yilmaz Guney li hev rast bikin û li wir AVM’yan çêbikin!? Wateya vê êrîş û şewitandinê ev e.
Gelo çima van kayûman cara yekemîn êrîşî çandê kirin? Çima ev kes ew qas ji çand û hunerê ditirsin. Çima ew qas çavsor in li hember hunerê? Ji lewre ew baş dizanin ku çand nasnameya civakê ye û tiştê civakê li piyan dihêle jî ev çand e. Ji ber vê ye ew cara pêşî êrîşê çandê dikin, dixwazin riya çandê bixitime û xebat çênebin. Ji vê hêlê ve pir zalim û xedar in, ev rastî li ber çavan e. Sînemaya Yilmaz Guney li Êlihê navenda çand û hunerê bû. Ev sînema ji bo gelê Êlihê “Bîr”ek bû. Hemû xebatên çand û hunerê li vir pêk dihatin. Heta niha gelek kesan li wir bi dehan fîlm, mihrîcan, panel û konferans şopandine. Li Êlihê tu ji kî bipirsî li wir bîranîneke wî heye. Aha ev kes dixwazin bîr û bîranînên me jî ji holê rakin. Avahiyên ku bûne sembol, kesên ku bûne sembol bîra bajarekî ne. Ev avahî pîroz in ji bo wî bajarî. Tiştên ku kayûm dikin navê wê hovîtiye. Êrîşê pîrozên gel dikin. Ew baş dizanin ku Yilmaz Guney sembolek mezin e ji bo kurdan. Yilmaz Guney di bîra kurdan de ciyek taybet digire, hemû cîhan vê yekê baş dizane. Ev êrîş li hember bîr û baweriya kurdan e. Kî çi dibêje bila bibêje ev êrîş ne êrîşek ji rêzê ye divê mirov baş bixwîne, di heman demê de ev şewitandin êrîşkirina sînemaya kurd e. Êrîşkirina çand û hunera kurd e.
Divê kurd vê yekê ji bîr nekin. Ev ne cara yekemîn e ku sînemaya kurdan tê şewitandin. 57 sal berê li Sûrî li bajarokê Amûdê sînemaya bi navê Şehrazat hate şewitandin. Ev bûyer hê jî di bîra kurdan de zindî ye û nehatiye ji bîr kirin. Li Amûdê nêzîkê 300 zarokên ku hêj temenê wan nebûbû 10, di vê avahiya sînemayê de hatin şewitandin û laşê wan bû qirrik! Dê û bav zarokên xwe nas nedikirin. Bi awayekî komî ji wan re mezel çêkirin û ew binax kirin. Gava mirov li her du bûyeran dinêre zêde dişibin hev û ev yek zelal e ku bi zanebûn hatiye kirin. Heman hişmendî îro dîsa li Êlihê xwe vedijîne. Bûyera li Amûdê hê jî nehatiye zelal kirin, dê ya Yilmaz Guney jî neyê zelal kirin. Lê li gel me ev yek zelal e, bila dagirker vê yekê baş zanibin,
Li Amûdê jî, li Êlihê jî bîra kurdan hatiye şewitandin!
Berî çend rojan jiyana xwe ji dest dabû John Bergerê hêja. Baş e ku ew şêweyên dîtinê hînî me kiribû. Divê em kurd êdî bibînin û ji bîr nekin. Em ê şewata Yilmaz Guney bi kîjan şêweyan bibînin û şîrove bikin? Berger wiha dibêje, “Divê sûc neyên ji bîr kirin. Divê em belge û tomarên sûcan biparêzin. Ji lewre karên sûcdaran yê yekemîn ew e ku van belgeyan tune bikin. Ev efendî tenê bêgunehan qetil nakin, dixwazin bîra wan jî tune bikin!”
Dagirker û serdestên li ser axa Kurdistanê çavnebar in. Zordar bi sûcên xwe baş dizanin. Divê em van sûc û sûcdaran ji bîr nekin. Ewê rabin belgeyan tune bikin lê divê em van belgeyan biparêzên. Divê em van sûcên wan bikin belge, binivîsînin û belgefîlman ji ber van bûyerên dilsoj derbixin. Ev yek peywîr û berpirsayariya me ye. Ev efendî tenê me qetil nakin, dixwazin bîra me jî dagir bikin û bi hişê me bilîzin. Dixwazin bîra me bixitimînin, lê divê em hişyar bin û nehêlin ku ev efendî bîra me tune bikin.
Çi digot Rênas Jiyan di pirtûka xwe ya bi navê Çirûskîzmê de, “Mirovê ku bîra xwe kûr kiribe di encamê de digihîje çirûska hundirê xwe, lê kesê ku bîra xwe kûr nekiribe û 'Bîr-kor' be ew ne xwedî çirûsk e û ew laşekî xav, der-hunerî, tarî û birçî ye.”
Efendî dixwazin ku em “Bîr-kor” bin. Dixwazin em çirûskên xwe yek bi yek winda bikin. Dixwazin em ji hunerê dûr bin û tarî bimînin. Lê ji bo em çirûskên xwe winda nekin pêwîst e em bîra xwe kûr bikin. Ji bo ku em ji bîr nekin em bîra xwe kûr bikin û efendiyên xwe baş nas bikin. Ji bo em pêşerojê sûcên wan li rûyên wan bixin em belgeyan biparêzên û dîmenan tomar bikin.
Sînemaya Yilmaz Guney bîra me bû. Çirûska hundirê me bû. Efendiyan xwestin ew çirûsk vemire, lê divê em van sûcdaran ji bîr nekin û nehêlin belgeyan tune bikin.
03.02.2017, Yenî Ozgur Polîtîka
Têbiniya Diyarnameyê: Sernavê nivîsê "Yilmaz Guney û Bîr" bû, me ev sernav lê kir.