Diyarname
Serokên Juriyên Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê yên pêşbaziyên Neteweyî û Navneteweyî diyar bûn. Derhêner Nuri Bilge Ceylan bû Serokê Juriya Pêşbaziya Navneteweyî, helbestvan û nivîskar Murathan Mungan jî bû Serokê Pêşbaziya Neteweyî.
31'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê di meha avrêlê de li dar dikeve. Ji bo şandina fîlman bo festîvalê roja serîlêdanê ya dawî 3'yê reşemiya 2012'yan e. Yên ku fîlm û belgefîlmên xwe bişînin divê heta wê rojê bigihînin ber destê amadekarên festÎvalê.
Di festîvalê de Nuri Bilge Ceylan dê Serokatiya Juriya Pêşbaziya Navneteweyî bike. Di vê beşê de fîlmê ku Xelata Fîlmê Herî Serketî bigire dê 25 hezar Euro bigire. Ev xelat ji aliyê Koma Eczacibaşi ve li ser navê Şakir Eczacibaşi tê dayîn.
Murathan Mungan jî bûye Serokê Pêşbaziya Neteweyî. Mungan senaryoya fîlmê Atif Yilmaz ê navdar "Daginik Yatak" nivîsandibû. Di beşa Pêşbaziya Neteweyî de xelatên Fîlm, Derhêner, Lîstikvana Jin, Lîstikvanê Mêr, Senaryo, Dîtbarî, Vesazkirin, Muzîka Herî Serketî û Xelata Juriyê ya Taybet jî têde di 9 waran de xelat tê dayîn.
Di vê beşê de Fîlmê Herî Serketî bi 150 hezar TL'yî, Derhênerê/a Herî Serketî bi 50 hezar TL, Lîstikvana Herî Serketî û Lîstikvanê Herî Serketî bi 10 hezar TL'yî tê xelatkirin.