Diyarname
Kovara zanistî ya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Zend bi hejmara xwe ya nû derket pêşberî xwendevanan. Kovarê di vê hejmarê de gelek nivîsên li ser ziman weşandine. Yek ji wan jî ya Şerif Derince ye ku di vê serdema ku di dibistanan de nîqaş û biryara perwerdehiya bi zimanê kurdî heye de Derince bi sernavê "Bikaranîna zimanê dayikê di perwerdehiyê de û modelên tên bikaranîn" beşdarî vê qadê bûye.
Weşana Enstîtuya Kurdîya Stenbolê "Zend" ku bi awayekî fermî wekî "Rêzepirtûk" dertê di vê havîna 2012'yan de hejmara xwe ya nû derxist. Di kovarê de çend nivîs, hema bibêje nîvê nivîsên di kovarê de li ser ziman in. Ji van Î. Seydo Aydogan gotara "Rêzimanên kurdî û termînolojiya wan a zimannasiyê" nivîsiye û li ser termonolojiya rêzimanî rawestiya ye. Zana Farqînî derdê serê derdan, meseleya alfabeyê ya li nav kurdan ku çend alfabeyan bikar tînin girtiye dest. Farqînî bi sernavê "Nîqaşeke berdewam: Alfabe" gotara xwe lê kiriye û dibêje: "A girîng hebûna du alfabeyên sereke ye ku parçebûna kurdan ji vî aliyî ve jî berdewam e. Îcar ji bo ku kurd ji vê yekê rizgar bibin hewce ye ku dawî li vê rewşa heyî bînin û xwe bigihînin yek alfabeyê. Bêhtir divê karê me li ser pêkanîna yek alfabeyê be. Ji ber ku alfabe stûneke girîng a zimanê nivîskî ye, lê hebûna alfabeyên cuda cuda, ne karê lê belê ziyanê digihîne kurdan û zimanê kurdî."
Wisif Zazonî jî serê xebatey Oskar Mannî de bi sernamey "Oskar Mann û derheqê zazakî de xebatê ey" niştey xo neşr kerda û wina vano "Na xebata xo de hîna zaf ma waşt ke Oskar Mannî serro malûmato kilm bidê. Nê merdim û xebatê ey bêro rîyê roşnî. Oskar Mann zaf zimano fektî miyanê şarî ra arê dayo."*
Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî
Nivîskar Lezgînê Çalî jî "Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî" nivîsiye, hem li ser meseleyê sekiniye, hem jî hin rexne li hin nivîskaran ku li ser Dîwana Cizîrî xebat kirine, kiriye: "Gelek kesan bê şehrezahiyeke serdemiyanî û bi şêwaz û metodên dûr ji lêkolînên zanistî kitêb û nivîsar li ser Melayê Cizîrî û dîwana wî belav kirine ku piraniya wan ji rastiyê dûr in."
Modelên perwerdehiya ziman
Ji zû de ye kurd dixwazin li bakur û li bajarên Tirkiyê di dibistanan de bi kurdî perwerdehî bê dayîn. Niha hikumeta Tirkiyeyê jî biryar girtiye ku kurdî di pola 5'an de wekî "dersa bijarte" bê dayîn û ji vî alî ve amadehî jî didomîn. Mamosteyê kurmancî yê li Zanîngeha Sabanciyê (li Stenbolê) Şerif Derince dest avêtiye vê meseleyê. Derince bi sernavê "Bikaranîna zimanê dayikê di perwerdehiyê de û modelên tên bikaranîn" nivîsa xwe pêşkêş kiriye.
Derince di bin sernavên 'Modela yekzimanîkirinê/yeniqandinê', 'Modela derbaskirinê', 'Modela parastin-domandinê', 'Modela pirzimanîkirinê/herikandinê', 'Modela du-berî', 'Modela pirzimanîkirinê ya merheleyî', 'Pirsgirêkên der heqê modelên perwerdehiya ziman de' mesele girtiye dest û dibêje: "Modelên yekzimanîkirin/xeniqandin û yên derbaskirinê di maweya kurt û dirêj de pirsgirêkên zimanî û civakî derdixin. Divê modela yekzimanîkirinê ku ji destpêka Komara Tirkiyeyê heta niha tê bikaranîn tavilê were betalkirin; li şûna wê, modeleke derbaskirinê neyê bikaranîn, berevajî wê divê modelên wek parastin-domandinê an jî du-berî yên ku li ser esasê zimanê dayikê perwerde didin bên bikaranîn."
Her wiha Memê Mala Hine "Fehma zimên a Walter Benjamin û cihêtiya wî ya ji semiyologan", Sami Tan "Der barê zimanê kurdî de sazî û xebatên akademîk" nivîsandiye. Samî Tan nivîsa "Di Ferhenga Zanistî Îngilîzî û Kurdî ya Tariq Weysî de têgihên kîmya û elektronîkî" jî amade kiriye.
Nivîsên bi cureyên din
Dîsa di kovarê de Hesenê Derwêş li ser "Xwendineke postkolonyal li ser Frankestein", Mesûd Serfiraz li ser "Kovara Hetawî Kurd: Nasandin û naveroka wê", Cemîl Şêlazî "Helbesteke nîvveqetiyayî ji Dîwana Feqiyê Teyran", Nezîrê Bêdarî û Samî Tan li ser "Helbestvanê rexne û zêmaran: Axayok", Xelîl Dihokî jî li ser pirtûka Siya Evînê ya Mehmed Uzun di bin sernavê "Edebiyat, siyaset û dîrok di romana Siya Evînê de" nivîsa xwe daye weşandin.
Niştoxe Lorîn Demîrel jî bi sernamey "Netewe û zereyê romanê kurdî de rewşa romanê kirmanckî" nişte nişta û qalê romananê kirmanckî yê heta enka vejiyay vinderta.*
Her wiha tekane hevpeyvîna di kovarê de jî Seyîdxan Kurij bi Celîlê Celîl re kiriye.
'Emê Zendê xurtir bikin'
Li ser navê desteya weşanê Sami Tan li ser weşana Zendê ya dema pêşiya me, ji bo malpera me got ku ew dê êdî zêdetir û bi awayekî xurtir li ser Zendê bisekinin, berga wê firehtir bikin û kovareke xurtir bigihînin ber destê xwendevanan. Desteya Weşanê ya kovarê di her warî de li benda nivîsên lêkolînî ye.
*Têbiniya Diyarnameyê: Ji ber di kovarê de ev nivîs bi kirmanckî (zazakî) bûn, me jî xwest nûçeya xwe hem bi kurmancî, hem bi kirmanckî saz bikin.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


