Diyarname
E-kovara bi navê Sînemaya Serbixwe piştî heft mehan hejmareke nû derxist. Di hejmara 3'yan ku niha derketiye de Dilazad Art, Welat Ramînazad, Rûmet Med, Mela Mihyedîn, Arezû Sirajeddîn, Şafî Muhammed, Hawar Rehîmî, Omer Bextîyar bi nivîsên xwe cih girtine.
Dilazad A.R.T bi navê "Avakirina sînemayeke neteweyî sînemaya kurdî" nivîsek nivîsiye û pirsên wekî "Kurdbûna derhêner e?, Kurdbûna çêker e?, Kişandina film li erdnîgariya kurdan e?, Filmê ku jiyana kurdan vedibejê ye?, Filmên ku bi kurdî hatine kişandin e?" kirine. Piştî pirsa ev şirove lê zêde kiriye: "Di mercen îro de bicih anîna van şeş xalan tişteki romantîke. Lê herî kem ziman û mijar dibe bi kurdî be. Îro em dibînin gelek film, çêkirinên pir netewî ne an ku pir dewletîne. Ji bo çêkeren ji dewletên cûda bihev re filman dikşênin sînemayeke ku bûye navnetewî jî heye."
Ji bilî vê nivîsên cur bi cur ên li ser sînemayê di e-kovarê de cih girtine.
Ji bo daxistin û xwendinê: