Diyarname
Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsîn dabû dest pê kirin û di encamê de rojnamegere, parêzer, hunermend 128 kes hatibûn binçavkirin. Îfadeyên hinan hat girtin. 3'yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Amedê di encama îfadeyan de îro pêşî 4 rojnameger girtin. Edîtorê Ajansa Mezopotamyaê Abdurrahman Gok, nûçegîhana Jinnewsê Berîtan Canozer, rojnameger Mehmet Şah Oruç û Remzi Akkaya hatin girtin. Dema ji dadgehê derketin rojnameger Gok got, "Dê faşîzm têk here."
Paşê Devrim Roni Atik, Kadir Şenci, Berfin Can, Muhsin Acar, Osman Demir, Rumet Çetin, Mehdi Kaya, Cotkar Amara Yurek bi îdîaya "endamtiya rêxistinê” hatin girtin.
Ji parêzeran Eylul Ozgultekin bi kontrola edlî hat berdan. Serê sibê Gurbet Ozbey Oner û Jiyan Sametoglu hatibûn berdan.
Li aliyê din ji şanogeran Elvan Koçer, Şahperi Alphan Bayhan jî bi kontrola edlî hatin berdan.
Nûçeyên Eleqedar:
- Sendîkaya Lîstikvanan û Şanogeran ji bo şanogerên kurd daxuyanî belav kirin
- 12 saziyên ziman û çandê li ser binçavkirinan daxuyanî dan
- Gelek rojnameger, şanoger, muzîkar hatin binçavkirin