Li Tirkiyeyê di Roja Mamosteyan de mamoste, hîndekar û Prof. Dr. Buşra Ersanli ku kurtedemek berê hat girtin ji girtîgehê nameyeke şand. Nameya ku di Bîanetê de hatiye weşandin em bi wergera kurdî diweşînin:
Kesên "Nasname nediyar" avêtine ser ofîsa min a li kampusa Zanîngeha Marmarayê ya li Anadolû Hîsariyê. Ev yek êrîşa li ser fikir û azadiya ramanê ye.
Kiryareke wisa paşverû ji aliyê tu xwendevan/ciwanekî ve nehatiye kirin. Ev yek ji aliyê hin kesên ku dixwazin peyamê bidin min ve hatiye kirin. Dixwazin vê peyamê bidin min: “Em te naxin vir, bila hevalên te jî dev ji parastina te berdin.”
Herhal ev kes xwe di şûna polîs, dozger, îdîanamekar û dadgeran de dihesibînin...
Şikandina deriyê min û mifteya xiraba jixwe gelekî hêsan e.
Yanî zordestiyeke hêsan derketiye holê. Şerm e, bila dev ji xeletiyan berdin, bila nebin “terorîst!”
Azadiya ramanê, azadiya akademîk wê bi awayekî zexm li vî welatî çêbibe.
Roja mamosteyan a hemû hempîşeyên min pîroz be!


