logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Çend komên şanoya kurdî hene?

  • Dîrok: 27/03/2023
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Roja 27'ê adarê, yanê îro, Roja Şanoyê ya Dinyayê ye. International Theatre Institute (ITI - Yekîtiya Şanoyên Navneteweyî di sala 1961'ê de ev roj wekî Roja Şanoyê ya Dinyayê qebûl kiriye. Ji wê demê ve li gelek welatên dinyayê ev roj tê pîrozkirin.

Li Tirkiyeyê û li nav kurdan jî ev roj tê pîrozkirin. Bi vê rojê balê dikişînin ser şanoyê, xebatên wan û zehmetiyên ku di nav de ne. Her gel bi zimanê xwe şanoyê dike, kurd jî bi kurdî. Lê di nav gelek astengî û zehmetiyan de.  

Li Bakur û li bajarên Tirkiyeyê jî gelek komên şanoyê hene ku xebatên xwe yên şanoyê bi kurdî dikin. Li Bakur, di nav komên şanoyê yên kurdî yên hê heyî de ya herî kevn Teatra Jiyana Nû (TJN) ye ku hê jî xebatên xwe didomîne. Û ger pênase şaş nebe, niha şanoya herî mezin û berfireh jî wekî Şanoya Bajêr a Amedê dixuye. Wekî van gelek komên şanoyê li bajarên cur bi cur hene, her sal bi lîstikên xwe yên nû li pêşberî temaşevanan in.

Di vê Roja Şanoyê ya Dinyayê de ji bo em carek din balê bikişînin ser xebata wan, belkî ji bo hinek din piştgirî bo wan derkeve holê, belkî ji bo hinek din bêne zanîn û nasîn me ew dan hev. Di amadekirina lîsteyê de me xebata bi kurdî û hê jî xebatên xwe didomînin yan na girt ber çavan û li gior wê lîste rast kir.

Va ne komên şanoyên yên li Bakur û Tirkiyeyê:

AMED:

Li Amedê Şanoya Bajêr a Amedê heye. Vê şanoyê di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de xebatên xwe didomand, lê piştî bi kayûman dest danîn dest şaredariyê, kom veqetiya û serbixwe xebatên xwe didomîne. 

Şanoya Bajêr a Amedê li ser dika xwe ligel lîstikên xwe  çalakiyên din jî li dar dixe.

Dîsa li Amedê Mordem Sanat jî heye ku xebatên şanoyê û hunerê dike. Li aliyê din Şanoya Yekta Hêvî jî li Amedê xebatên xwe yên şanoyê didomîne.

BATMAN:

Şermola Performans ji 2008'an ve li Stenbolê û heta 2021'ê, piştî 2021'ê li Batmanê xebatên xwe yên şanoyê didomîne.

Li Batmanê Rîtuel Tiyatno, Nîsk Huner hin komên şanoyê ne ku xebatên xwe didomînin.

Komên şanoyên lîstikên xwe li ser dika Batman Yenisahneyê pêşkêş dikin.

Yenisahne li navenda xwe ligel lîstikên şanoyê, cih dide çalakiyên din ên hunerî jî.

MÊRDÎN:

Li Mêrdînê komek bi navê Şaneşîn Performans heye ku di destpêka 2022'yan de dest bi xebatên xwe kir.

WAN:

Li Wanê bi navê "Şano Wan" komek xebatên xwe dike. Koma ku bi navê "Şanoya Mencel" dest bi xebatan kiribû, par navê xwe guhart û kir Şano Wan. Ew li navenda xwe hem lîstikan xwe pêşkêş dikin, hem sehneya xwe ji bo xebatên derve jî vedikin.

STENBOL:

Teatra Jiyana Nû (TJN) di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê de xebatên xwe didomîne. Ji bilî vê Teatra Sî di bin banê Golge Sanat Tiyatro lîstikên şanoyê dike. Her wiha Şa Performans jî xebatên xwe yên şanoyê didomîne.

MÊRSÎN:

Li Mêrsînê Şano Nan heye ew ji par ve ye xebatên xwe yên şanoyê didomîne.

STAND-UP
Ji bilî kom, hin lîstikvanên şanoyê hene ku bi lîstikên xwe yên stand-upê derdikeve ser dikê. Wekî beşek şanoyê di vê rojê de em wan jî bibîr tînin.
 


Têbinî: Di vê nûçeyê de tiştek kêm/şaş hebe û agahî bêne emê rast bikin/lê zêde bikin.

 

 

 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

news
  • 17 10 2026

Li vîzyonê vê hefteyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

"Filmekimi" di hizûra we de ye

ad

800 rewşanbîrî pirtgirî da HDP'ê

ad

Li Hewlêrê bi beşdariya 300 jinan pêşangehek hate vekirin

ad

Lêkolîn: Maske eşkena vernî vîrusî bigîro

ad

Festîvala Kurteçîrokan bi beşdariya 45 nivîskaran dest pê kir

ad

‘Hefteya Derhênerên Jin’ dest pê kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname