Diyarname
Lîstikvanê navdar Lance Reddick îro li mala xwe mirî hat dîtin. Hê nayê zanîn ku çima miriye.
Lîstikvan Lance Reddick di sala 1962'yan de û li Baltimore a Marylanda DYA'yê hatiye dinê. Lîstikvanê fîlm û şanoyê bû.
Di rêzeyên fîlmê "John Wick" de can dabû karakterê Charon. Di rêzefîlmê "The Wire" de rola Serbaz Cedric Daniels û di rêzefîlmê "Fringe" de jî rola Broyles lîstibû.
Wî di gelek fîlmên sînemayê de jî cih girtibû.
Li gor nûçeya TMZ îro vê sibê li mala xwe mirîhatiye diîtin, lê kes nizane çima miriye.