Diyarname
Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî li ser operasyonên hewayî yên balafirên şer ên tirk daxuyaniyeke da û xwest operasyon raweste.
Li gor nûçeya di Peyamnerê de piştî balafirên şer ên tirk bombe avêtiye ser gelê sivîl û malbateke bi temamî jê hatiye kuştin Barzanî daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û wisa gotiye: "Çend roj in balafirên şer ên tirk Heramê Kurdistanê bombebarandike û di van bombebaranê de 7 hemwelatiyên me yên sivîl şehîd ketine. Bûyera şehîdketina hemwelatiyên me dilê min êşandiye. Ez vê êrîşê bi tundî şermezar dikim. Daxwaza me ji dewleta tirk ew e ku operasyonê rawestîne."