Diyarname
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bang kir û got bila ji 7 heta 70 salî her kes bi rihê seferberiyê rabe ser piyan û berê xwe bide Pirsûsê.
KCD'ê êvara 6'ê mehê peyameke nivîskî weşand û wisa got: "Ji 7 salî heta 70'ê salî li dor gelê Kobanî, bi rihê fedayî ji îşev de ber bi sînorê Sirûcê ve bên; bila hemû gelê me li qadan be, çi çalakî ji dest tê bila bike, xeleka azadiyê berfirehtir bike û Kobanî biparêze.
Pirsûs tije birîndar e
Di vê navberê de gelek birîndar anîn Pirsûsê. Birîndarên giran dişînin Rihayê, lê birîndar ew qas zêde ne dixtor têrê nakin. Pêdivî bi dixtoran, bi xwînê heye...
Cerrah Cem Terzî ji Pirsûsê ji ÎMC TV ragihand: "Derfetên me têrê nakin. Bila hikumet bilez 'nexweşxaneya sahra' (konên ji bo nexweşxaneyan tên bikar anîn) veke.