Diyarname
Derhênerê Hunerê yê Giştî yê Anadolu Ateşi Mustafa Erdogan di kanaleke televîzyonê de axivî û hem rexne li AKP'ê kir hem jî li Bulent Arinç.
Erdogan di kanala Haberturkê de beşdarî bernameya Balçiçek İlter bû û gelek rexne li AKP'ê kir. Vane çend gotinên Erdogan:
- AKP di dîroka Tirkiyeyê de partiya herî serketî û ya gavên dilpolayî diavêtin bû, Serokwezîr jî li hemû dinyayê dihat şopandin, karîzmatîk bû. Ez wisa difikiriyam lê ji ber polîtîkayên van demên dawî hindik maye ez hêviya xwe winda bikim.
- Li Qilabanê 34 mirov hatin kuştin, AKP ji dêvla ku lêborînê bixwaze, sipasiya kesên bombe avêtine kir.
- Gotina Bulent Arinç ku digot "Gelo kurdî zimanekî şaristaniyê ye" ji du aliyan ve ez êşandim. Ya yekemîn kurdî zimanekî şaristaniyê ye, ya duyem jî ji ber li ser zimanê min ê zikmakî wisa got ez êşiyam. Birêz Arinç ji Wezîrê me yê çandê bipirse dê fêm bike ku kurdî çi zimanekî şaristaniyê ye. Wezaretê pirtûka Mem û Zînê wergerandin û ev pirtûk herî hindik bi qasî metnên Shakespeare metneke edebî ye.
- Ez dema li derveyî Tirkiyeyê beşdarî çalakiyan dibim ez xwe wekî kurdekî Tirkiyeyê didim nasîn.
- Heta îro ez ji "Andimiz" (Sonda me)* qet aciz nebûme.
*"Andimiz" sondeke dewleta Tirkiyeyê ye û di dibistanan de bi zarokan didin xwendin.