Diyarname
Rexnegir û romanivîs Remezan Alan li Stenbolê, di gotûbêjeke de derdikeve pêşberî wêjehezên kurdî û xwendevanên xwe.
Gotûbêja Alan ku Weşanên Peywend organîze dike wê di bin sernavê "Li ser çend taybetiyên edebiyata kurdî ya modern" li dar bikeve.
Gotûbêj roja 1'ê meha pêşiya me saet 17.00'an de li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî li dar dikeve.
Remezan Alan ku yek ji rexnegirên wêjeya kurdî ye pirtûkên wî êdî ji Weşanên Peywendê derdikevin. Peywendê vê dema dawî her du pirtûkên Ramazan Alan "Bendname" (rexne / bi awayê berfirehkirî çap bû) û "Saturn" (roman) weşandin.