Meclisa Kantona Baselê ya li Swîsreyê, kurdekî ji Konyayê Bulent Pekerman ê ji partiya Kesk a Lîberal (GLP) wekî serokê nû yê meclîsê hilbijart.
Bulent Pekerman, di hilbijartinên 11'ê mehê de wekî serokê meclîsê hat hilbijartin. Di dengdanê de Bulent Pekerman ji 99 parlamenteran dengê 87'an wergirt.
Li vir, ev cara ewilî ye ku kesekî koçber dibe serokêî parlamenê. Û ev kes jî kurdekî ji Konyayê, ji gundê Kelhesen a ser bi Qulû ve ye. Pekerman di 15 saliya xwe de koçî Baselê kiriye.
Pekerman berî niha cîgirê seroka heman meclîsê Jo Vergeatê bû. Wezîfeya Pekerman wê meha reşemiyê dest pê bike û salekê dewam bike.
Ev demeke dirêj e ku Bulent Pekerman di nav siyaseta Kantonê de çalak e. Di hilbijartinên Meclisa Kantonê de kurdan piştgirî dabû wî. Bulent Pekerman ê 45 salî ev du sal in parlamenterê Baselê ye. Wekî pîşe ew mamosteyê ajotina erebeyan e. Ew di navbera 2009 û sala 2013'an jî ketibû meclisa kantonê. Sala dawiyê jî ew di heman demê de waliyê Baselê bû.


