Diyarname
Îro li maça fînalê ya Super Kûpaya Spanyayê heye. Di fînalê de Real Madrid û Barselona hatine hemberî hev. Tîma bi ser bikeve dê kûpayê bibe mala xwe.
Maçên Barselona û Real Madrîdê wekî El Clasico têne hesibandin. Vê êvarê maçeke din bi vî awayî heye, maça fînalê ya Super Kûpaya Spanyayê.
Di nîv fînalê de Real Madrid û Valencia hatin hemberî hev. Maç bi 1-1’ê bi dawî bû û Madridê di penaldiyan de bi 4-3 ew têk bir.
Di maça din de Real Betis û Barselona hatin hemberî hev. Maça wan jî bi 2-2 bi wekhevî bi dawî bûbû û Barselonayê bi 4-2 bi penaltiyan ew têk bir. Bi kurtahî her du tîm bi penaltiyan hatin fînalê û niha her du jî dixwazin kûpayê bigirin.
ÎSTATÎSTÎKÊN BO BARSELONAYÊ
Teknîk dîrektorê Barselonayê Xavi Hernandez di dawiya 2021’ê de hat ser kar. Vê kûpayê bigire wekî teknîk dîrektor li Barselonayê dê bibe yekemîn kûpaya wî. Li Spanyayê herî zêde Barselonayê ev kûpa biriye mala xwe: 13 caran.
Ev çar sal in Barselona bê kûpayan e û îro dixwaze vê çerxê biguherîne. Li aliyê din ev 8 maçên dawî ne ku di hemû waran de Barselona bi ser dikeve, dixwaze vê rêzeyê îro bidomîne.
Par Real Madridê ev Super Kûpa bi dest xistibû. Madridê heta niha 12 caran ev kûpa bi dest xistiye, ger îro bi ser bikeve dê hejmara wê û Barselonayê bibe yek.
MAÇ SAET ÇENDAN DE YE?
Maç li Riyada Erebistana Siûdî, li gor saeta Amedê saet 22.00’an de dest pê dike. Li Tirikyeyê Tivibu Spor1 maçê yekser belav dike.