Diyarname
Hunermend Okan Bayulgen jî bi îmzeya xwe piştgirî da rizgarkirina Heskîfê û got: "Heskîf tiştanok e, ji bo fêmkirinê dil divê."
Komeleya Xwezayê ku ji bo rizgarkirina Heskîfê kampanyaya îmzeyan dabû dest pê kirin ji Tarkan, Kibariye, Yildiz Kenter, Şivan Perwer, Sezen Aksu, Erkan Ogur û Musa Eroglu bigire gelek kesî piştgirî dabû. Niha Okan Bayulgen jî bi îmzeya xwe beşdarî vê kampanyayê bû û got: "Heskîf tiştanok e, ji bo fêmkirinê dil divê."
***
Nûçeyên navdarên ku heta niha îmze avêtine bin kampanyayê:
- Musa Eroglu: Bila dîroka şaristaniyê têk neçe!
- Erkan Ogur: Hûn nikarin Heskîfê têk bibin!
- Şivan Perwer, Tarkan û Kîbariye jî piştgirî da Heskîfê
- Kenter: 15 hezar sal in ez li ser dika Heskîfê me
* Sezen Aksu: Ez li Heskîfê hatim dinê
Ji bo kesên bixwazin metnê îmze bikin:
http://hasankeyf.dogadernegi.org/
(Ji bo yên ku bi tirkî nizanin lê dixwazin îmze bikin: İsimi/Nav, E-posta/ E-mail, Meslek/Pîşe, Şehir/Bajar, İmzala/îmze bike)