Diyarname
Sala pêşiya me sêyemîn car wê xelata Hrant Dink bê dayîn. Ji niha de ji bo xelatê pêşniyar têne kirin.
Weqfa Hrant Dink di 15.10.2011'an de wê 3'yemîn car Xelata Hrant Dink a Navneteweyî bide. Ji niha de ji bo kesê/a xelat bidinê pêşniyar têne kirin. Yên ku biwazin dikarin ji ser malperê re pêşniyarên xwe yên ji bo berendamek diyar bikin. Heta 15.04.2011'an pêşniyar têne girtin.
Kesên ku xwe ji cudaxwazî, nijadperestî rizgan kirine, yên ku ji bo dinyayeke azad û adilane dixebitin, yên ku li ser vê xebat kirin û talûke girtine ber çavan, yên ku zimanê aştiyê bikar tînin û di têkoşîna mirovatiyê de dibin mînak û hêvî dikarin bibin berendamê/a xelata Hrant Dînk yan jî wekî berendam bêne nîşandayîn. Her wiha saziyên ku li ser van xalan kar dikin jî dibin berendam, yan jî wekî berendam têne nîşandayîn.
Ji bo agahiyên berfireh û pêşniyaran:
http://www.hrantdinkodulu.org/


