Diyarname
Fîlmên ku dê li Festîvala Fîlman a Enqereyê di beşa Fîlmên Metrajdirêj ên Neteweyî de bikevin pêşbaziyê diyar bûn. Di nav wan de fîlmê M. Tayfur Aydin "Rêç" jî heye.
23'yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Enqereyê îsal di navbera 15-25'ê adarê de li dar dikeve. Ji bo Peşbaziya Fîlmên Metraj ên Neteweyî 16 fîlman serî lê dabû. Juriya hilbijêr ji nav van 9 fîlm hilbijartin û ev neh fîlm dê bi hev re bikevin pêşbaziyê. Di nav van de fîlmên mijara wan li ser kurdan e jî hene. "Mar", "Rêç" hin ji wan in.
Ev fîlm dê bi hev re bikevin pêşbaziyê:
- Canavarlar Sofrası (Derhêner: Ramin Matin)
- Mar (Derhêner: Caner Erzincan)
- Yangin Var (Derhêner: Murat Saraçoglu)
- İz (Derhêner: M. Tayfur Aydin)
- Nar (Derhêner: Umit Unal)
- Aşk ve Devrim (Derhêner: F. Serkan Acar)
- Entelkoy Efekoy'e Karşi (Derhêner: Yuksel Aksu)
- Guzel Gunler Goreceğiz (Derhêner: Hasan Tolga Pulat)
- Hicaz (Derhêner: Erdal Rahmi Hanay)