QAMİŞLO
Meclisa Gelê Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encûmana NiÅŸtimanî a Kurd li Sûriyê (ENKS) projeya rêvebiriya demî ya herêmên Kurdî û yên hevbeÅŸ imze kirin.
MGRK û ENKS li bajarê QamiÅŸlo bi armanca projeya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya rêveberiya demî nîqaÅŸ bikin civînek lidar xistin. Di civînê de ji aliyê MGRK'ê Sînem Mihemed, Ebdilselam Ehmed, Îlham Ehmed, Hekem Xelo, Ebdilkerîm Umer û Asya Abdela, ji aliyê ENKS'ê jî Fêsel Yûsiv, Mistefa MeÅŸayix, Fûad Elîko û Fûad Brahîm beÅŸdar bûn. Civîna ku 4 saetan dewam kir. Hate zanîn di civînê de her du Meclîs li ser Projeya Rêvebiriya Demî ya Herêmên Kurdî û yên hevbeÅŸ imze kirin.
Xalên ku her du aliyan li ser lihev kirine û îmze kirine wiha ne:
1- Bi beÅŸdariya hemû pêkhateyan, her aliyek nûnerên xwe destnîÅŸan bike û desteya rêvebiya demî bê destnîÅŸan kirin. Desteya rêvebir dê kar û barên hilbijartinan bi rê ve bibe.
2- Ji bo amadekirina zagona demî komîteyek bê avakirin û di nava 40 rojan de zagona demî bi erêkirina hemû pêkhteyan bê amadekirin
3- PiÅŸtî amadekirina zagona demî, desteya rêvebir dê rêveberiya demî ya hevbeÅŸ û demokratîk ava bike.
4- Desteya Rêvebiriya demî dê zagona hilbijartinên demokratîk amade bike.
5- Rêvebiriya demî dê komîteyên xwe yên rêvebiriyê, siyasî, aborî, civakî, çandî, parastin û ewlekariyê ava bike.
6- Hêzên ewlekarî û parastinê li gorî zagonên navnetewî, di bin siya rêveberiya demî de, berpirsyarên ewlekariya herêmên kurdî û yên hevbeÅŸ in.
7- PiÅŸtî avakirina rêveberiya demî, di nava mehekê de, hilbijratinên demokratîk, bi beÅŸdariya rêxistinên herêmî û navnetewî û saziyên mafên mirovan û civaka sivîl bêne lidar xistin.
8- Meclisa giÅŸtî ku dê bê hilbijartin, dê bibe desteya rêvebiriya hemû pêkhateyên herêmên Kurdî û yên hevbeÅŸ.
9- Meclisa giÅŸtî dê li gorî zagonên navneteweyî û mafên mirovan, makezagonekê amade bike.