Diyarname
Vê hefteyê li du bajaran du pêşangehên girîng hene, em herduyan pêşniyarê we dikin.
'Xêzen Dîwar Qul Kirine'
Di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de li avahiya Baroya Mêrdînê bi navê "Xêzên Dîwar Qul Kirine" pêşangeheke hat vekirin. Di pêşangehê de xêzên ku girtiyan li ser mijara azadiyê xêz kirine û gihîştine derve hene. Pêşangeh 8'ê mehê vebû û heta 15'ê mehê dê li dar be.
'Dengê Azadiyê'
Pêşangeha din ku em derdixin pêş jî bi navê "Rengê Azadiyê" li Baroya Rihayê vebû.
"Gorulmuştur Kolektifi" û "Redfotograf Grubu" berhemên 50 girtiyan anîbûn ba hev û wekî pirtûk amade kiribûn. Ev 50 girtin hin jê 10, hin 20, hin 30 sal in girtîne. Û ji xebata wan pêşangeha "Dengê Azadiyê" hat vekirin.
Pêşangeha ku berê li Stenbol, Hatay, Îzmîr û Amedê li dar ket, niha di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de li heta 15'ê mehê li Rihayê ye.
**
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com



.jpg)