Diyarname
Nivîskar Îlhamî Sîdar vê carê bi romana xwe ya nû Jan derket pêşberî xwendevanên xwe. Sîdar bi “Jan”ê dê beşdarî Fûara Pirtûka a Stenbolê bibe û pirtûkên xwe îmze bike.
Nivîskar Sîdar ku heta sala 2010’an du jê helbest û çar jî roman bi giştî 6 pirtûkên bi tirkî nivîsandibû, paşê biryar dabû ku dê êdî bi kurdî binivîse. Perê jî di sala 2011’an de romana xwe ya bi kurdî ya yekemîn bi navê “Tehma Xweliyê” derxistibû. Sîdar ku pirtûkên wî ji Weşanên Aramê dertên, Jan jî ji aliyê Weşanên Aramê ve hatiye çapkirin.
Roman palpişta xwe dide salên 1990’an a rewşa kurdên bakur; heyameke ku şer û pevçûn jiyana kurdan serobino kiriye. Nivîskar, romana xwe li ser wan salên li Amedê û li der û dorê li ser evîneke trajik dihone pere jî meseleyên dewleta kûr, gundên ku hatine şewitandin, koçberên ku ji welatên xwe hatine sirgûnkirin, girtiyên ku li zindana Amedê hatine îşkencekirin; bi giştî travmaya wan salan bi zimanekî wêjeyê radixe ber çavên xwendevanan.
Di roja 17’ê mehê de dê Fûara Pirtûkan a Stenbolê li dar bikeve û “Jan” jî yekem car dê li fûarê derkeve pêşberî xwendevanan . Sîdar roja 18’ê mehê saet 14.00’an de dê li fûarê be û pirtûka xwe îmze bike.
Beşek ji romana Jan
“Mirin!” dibêje, ji perdeyeke pes dest pê dike, “Çi peyveke pûç e ku weke puxteyê li ser lêvan rûdine, weke tehmeke jengê hilîne.” serê xwe ber bi esmên ve dike û berdewamî dide, “Serhildêr ne muptelayê mirinê ye, berevajî ji her giyanawerî bêtir muptelayê jiyînê ye.” û weke ku di ber xwe de biaxive pê de diçe, “Kulîlkên jiyanê di bexçeyê wî de bi têra xwe bişkuvîne. Di gerdûna dijraberiyan de têgihîna mirinê, heman demî têgihîna jiyanê ye jî, serhildêrek ew qas bi mirinê re rûbirû dimîne û ew qas dimire ku ew weke kakilekê di hinava wî de şîn tê, jiyan jî wisa weke kakilê di nav kakilê de şîn dibe. “Çi peyvên hekîmane!”dibêje keçxezal ji dilekî pakîze. Serhildêr kêliyekê dêhna xwe didê û serê xwe bi giranî kil dike û bi şûn de weke ku ruhê wî ber bi bêdengiyekê ve kaş bibe berdewamî dide, “Zanatî gencineyeke herî dewlemend e ku van çiyayan fêrî me kiriye; her serhildêrê ku hebûna xwe radestî hembêza wî dike ji kaniya hikmetên wî bi têra xwe vedixwe, giyana xwe pê xwedî dike, xwebûna xwe pê dikemilîne; ‘weke daristanekê azad’ e li hembêza çiyayan jiyîn û mirin rawestgeha dawîn, jê û wê de tu rê tune ye! Di vê beyabana abadîn de li ser her kevirî çend çilkên xwînê şop dane, çend ji me di bêdengiya lat û zinaran de bi neynûkên xwe gor kolane û çend ji me tenhayiya tevnepirkan de miriyên xwe gorî kirine? Ew hevalên me yên ciwan, ew hevalên qeşeng û delal ji nava me bar kirin û çûn, bi hêviyên têr û tije bar kirin û çûn.” Xumameke tenik li ser çavên wî belav dibe, “Belê em ji wan fêr bûn zanatiyê, ruhê me yê birindar ji wan fêr bû hikmetên jiyanê. Di rastiya xwe de serhildêrek ne muptelayê mirinê ye, muptelayê jiyînê ye, jiyîneke ji bend û qeydan azad; lewra bengiyê azadiyê ye serhildêr; gava ku di bin giraniya çekan de dide pey minminîkekê weke çûkekê bi firê dikeve, gava bêhna kulîlkekê li bêvila wî dikeve polenên ku ji ruhên wî belav dibin ji kulîlkekê derbasi kulîlkeke din dibin, gava weke dilopeke avê tevlî xwişîniya sulavekê dibe mucizeya jiyanê pêk tîne, di rêberiya vê mucizeyê de ji dêvla jiyîneke bêrumet mirinê hildibijêre, ji dêvla ku di nav jiyaneke lewitî de her roj bimire, di nav jiyaneke azad de carekê tenê dimire, ev e mirina bextewar ev bixwe ye.” Gulîstan di nav heyirînekê de dimîne û di serê xwe de, “Bi mirina bextewar a Camus’î re çi qasî li hev tê!” disêwirîne, kêliyekê pê wisa tê ku ev serhildêr, Mersault’ya ku bi nihiçka xwepareziyê, di riya mirinê de bêpaxav dimeşe bixwe ye, weke ku di koça ruhan de sîtava Mersault’ya azadiperest bixwe ye, wisa pê tê û dengek bi pistinî xwe li binehişê wê digire: “Ji mirinê wêdetir tu rê tune ye!” Di wê navê de bêdengiyek diqewime û di hinava wê de dehlîzeke teng û tarî dirêjî dide.
Jan / Îlhamî Sîdar / Weşanên Aram / Roman
***
Nûçeya eleqedar:


