Serokên Juriyê Ceylan û Mungan in
Diyarname
Serokên Juriyên Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê yên pêþbaziyên Neteweyî û Navneteweyî diyar bûn. Derhêner Nuri Bilge Ceylan bû Serokê Juriya Pêþbaziya Navneteweyî, helbestvan û nivîskar Murathan Mungan jî bû Serokê Pêþbaziya Neteweyî.
31'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê di meha avrêlê de li dar dikeve. Ji bo þandina fîlman bo festîvalê roja serîlêdanê ya dawî 3'yê reþemiya 2012'yan e. Yên ku fîlm û belgefîlmên xwe biþînin divê heta wê rojê bigihînin ber destê amadekarên festÎvalê.
Di festîvalê de Nuri Bilge Ceylan dê Serokatiya Juriya Pêþbaziya Navneteweyî bike. Di vê beþê de fîlmê ku Xelata Fîlmê Herî Serketî bigire dê 25 hezar Euro bigire. Ev xelat ji aliyê Koma Eczacibaþi ve li ser navê Þakir Eczacibaþi tê dayîn.
Murathan Mungan jî bûye Serokê Pêþbaziya Neteweyî. Mungan senaryoya fîlmê Atif Yilmaz ê navdar "Daginik Yatak" nivîsandibû. Di beþa Pêþbaziya Neteweyî de xelatên Fîlm, Derhêner, Lîstikvana Jin, Lîstikvanê Mêr, Senaryo, Dîtbarî, Vesazkirin, Muzîka Herî Serketî û Xelata Juriyê ya Taybet jî têde di 9 waran de xelat tê dayîn.
Di vê beþê de Fîlmê Herî Serketî bi 150 hezar TL'yî, Derhênerê/a Herî Serketî bi 50 hezar TL, Lîstikvana Herî Serketî û Lîstikvanê Herî Serketî bi 10 hezar TL'yî tê xelatkirin.