Hewlêr
Di Konferansa Zanistî ya Zimanê Kurdî ku 4 rojan dom kir de ev 15 xal wekî encam hatin eşkerekirin.
‘Konferansa Zanistî ya Zimanê Kurdî’ ku li Hewlêrê di navbera 19-22'yê mehê de li dar ket ji çar parçeyan kurd beşdar bûbûn. Di dawuya konferansê de encamnameyeke hate eşkerekirin û biryarên ku hatin girtin bi çapemeniyê re hatin par vekirin.
Vane 15 xalên encamnameyê:
1) Konferans daxwaz dike ku hemû dem û dezgehên eleqedar projeya qanûna ziman amade bikin û peşkêşî parlementoya Kurdistanê bikin ku bibe qanûn.
2) Civata Bilind ya Zimanê Kurdî ji hemû diyalektên zimanê kurdî yên hemû parçeyên Kurdistanê û kurdên dîasporayê ku ji 20 endaman pêkhatî, çar salan carekê bê guherîn û bi qanûnekê bê organîzekirin û serbixwetiya we hebe.
3) Ferhenga Kurdî-Kurdî ya ji zaravayên kurdî pêkhatî bi du alfabeyên Erebî-Latînî bê dayîn û Hikumeta Başûrê Kurdistanê piştgiriya vê projeyê bike.
4) Kar û xebatên zanistî, ronakbîrî, perwerdeyî û ragihandinê heta ku çareyeke yêkgirtina alfabeya kurdî bê ditin bi her du alfabeyan bên kirin.
5) Dem û dezgehên zanistî, akademîkî û ronakbîrî yên Kurdistanê rê li ber lêkolînên zanistî yên diyalektên zimanê kurdî xweş bikin.
6) Cihê erdnîgarî yê Duhokê ji aliyê zaravayên kurdî ve wisa dixwaze ku bibe navenda kar û xebatên bi gihîştî zimanî.
7) Zimanê kurdî di hemû kar û barên bazirganî, reklam, turîzmê de serekeyî bi kar bê û bi taybetî lewha û tabloyên cuda yên dem û dezgahan bi kurdî be.
8) Zimanê kurdî di makeqanûn Iraqa Federal da ligel zimanê erebî fermî ye û divê li nav Iraqê û têkiliyên derveyî Iraqê da bi kar bê.
9) Daxwaz dikin, dewleta Tirkiye, Îran û Sûriyeyê zimanê kurdî di makeqanûnên xwe de fermî bikin û perwerdeya bi zamanê kurdî bikine nav sîstemê perwerdeya dewletê.
10) Kar bê kirin ku zimanê kurdî wekî zimanên din bikeve nav tora kompîturê û teknolojiya giştî.
11) Medyaya Kurdî bernameyên taybetî yên zimanî bi her du alfabeyan amade bikin û biweşînin.
12) Komîteyek bê hilbijartin ku pêşniyar konferansê bên bicihkirin.
13) Konferansa Zanistî ya Zimanê Kurdî bi çavdêriya Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanê salan e pêk bê.
14) Konferansa Zanistî ya Zimanê Kurdî daxwaz dike ku Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê pêk bê.
15) Komîtêyen ku karên konferansan pêş bixe bi wan navan pêk tên. Nûnerê Wezaretê, Dr. Yusuf Şerîf, Rojan Hazim, Segvan Cemîl, Dr. Bekîr Umer û kesen ku ev komîte bijmêre.
Ji DÎHA'yê hatiye girtin
**
Nûçeyên eleqedar:
- Konferansa Zanistî ya Zimanê Kurdî dest pê kir
- Li Hewlerê Konferansa Zimanê Kurdî li dar dikeve