Diyarname
Tîma fûtbolê ya alman Bayer Munihê golavêjê tîma Tottenhama Harry Kane bi buhayeke gelek mezin transfer kir. Munih dê ji 100 mîlyon Euroyî zêdetir bonservîsê bide tîma îngilîz. Kane ji vê transferê salane dê 29 mîlyon Euro pere kar bike.
AFP'ê vê nîvroyê nûçeyeke belav kir û got ku Bayekr Muhin bi ser 100 mîlyon Euroyî re pere bide Tottenhamê ku ev yek di Bundesligayê de rekor e.
Peymana Kane heta 2024'an ligel tîma xwe hebû. Tîmên wekî Bayer Munih, Real Madrid, Manchester United ketibûn dû Kane û Tottenham ji bo zêdetir pere bigire xwe giran dikir. AFP'ê wisa gotiye, "Bayernê ji bo forvetê 30 salî teklîfa xwe ya dawî kir ku yekem car e klûbê asta 100 mîlyon Euroyî derbas kir."
AFP'ê nûçeya xwe sipartiya The Athletic û diyar kiriye ku Sky Sport û çend weşanên îngilîz û alman jî ev yek şopandine.
Nûçeyê wisa gotiye, "Bayern ku şeş caran bûye şampiyonê Ewropayê, ligel vê yekê jî wekî tîmên reqîb ên Ewropayê di warê xercikirina pereyan de çiqûs bûye. Tîmê di sala 2019'an de 80 mîlyon Euro ji bo transferê fransiz Lucas Hernandez xerc kiribû ku buhaya niha vê rekorê dişkîne. Hernandek di sala 2023'yan de bi 45 mîlyon Euroyî ji bo PSG'ê ji Bayernê veqetiya."
Di sala 2021'ê de Robert Lewandowski transferê Barselonayê bûbû,, ji wê demê de Bayern li dû transferkirina forvetek wisa de bû.
Par di Premier Lîgê de lîstikvanê Manchester City (MC) Erling Haaland bi 36 golan bûbû golavêjê salê. Kane bi 30 golî li dû wî ketibû rêzê.
Wekî nota dawî: Par berî MC lîstikvan Haalandî transfer bike li dû Kane bû lî klûban li hev nekir. Liverpool jî demek li dû Kane bû.