Diyarname
Di Super Lîga Fûtbola Jinan a Tirkiyeyê de îro li Amedê tîma jinan a Amed Sporê û ya Fenerbahçeyê hatin hemberî hev. Amed Sporê bi 1-0 Fenerbahçe têk bir. Maça Amed Sporê di deqîqeya 87’an de ji aliyê lîstikvan Bakradze Teona ve hate avêtin.
Tîma Jinan a Amed Sporê di Koma B ya Super Lîgê de dilîze. Di vê lîgê de 10 tîm hene û vê hefteyê maçên hefteya 8’an hat lîstin. Bi vê serketinê jinên Amed Sporê bi 10 pûanan di rêza 5’an de cih girtin. GS di rêza yekemîn de bi 24 pûanan e.


