Diyarname
Li ser jiyana wênesazê ji Hollandayê Vincent Van Gogh fîlmekî tê çêkirin lê ev fîlm ji hemû fîlmên heta niha hatine çêkirin cudatir e: Fîlm bi zindîkirina tabloyan jiyana wî tê vegotin. Fîlmê bi navê ‘Loving Vincent’ (Hezkirina ji Vincent) hê tê temam nebûye.
Nêzî 100 hunermendî 56 hezar heb wêne çêkirine û ev wêne di fîlm de têne bikaranîn. Fîlm wekî "Yekemîn fîlmê bi temamî ji tabloyan pêk tê" dikeve nava dîroka sînemayê.
Wênesaz û derhênerê ji Polonyayê Dorota Kobiela û sazkar Hugh Welchman (di sala 2006'an de bi fîlmê amînasyon "Peter and th Wolf" xelata Oscarê girtibû) bi hev re fîlmê ceribîner kişandine. Her wiha kesên wekî Saoirse Ronan, Aidan Turner, Douglas Booth, Helen McCrory, Chris O’Dowd, Jerome Flynn jî deng dane fîlm.
Demek berê fragrama yekemîn a fîlm hatibû pêşkêş kirin, niha fragramek nû pêşkêş kirin.
Di fîlm de jiyana Gogh û mirina wî ya bi şik derdikeve pêşberî temaşevanan. Hê diyar nebûye ku dê kengê bikeve vîzyonê lê li bendê ne ku dawiya salê fîlm derkeve pêşberî sînemahezan.
Vaye fragmana nû:
Fragmana berê ku çend meh berê weşandibûn:


