Amed
Ji bo lanetkirina kuştina 35 kurdên Roboskî li Parka Koşuyoluya Amedê bi beşdariya deh hezaran kesî çalikiyek hat li dar xistin. Mebûsên BDP'ê jî beşdarî çalakiyê bûn. Mebûsê BDP'ê yê Amedê Altan Tan di çalakiyê de axivî û got: "Kemalîstan, Îsmet Paşa, Tansu Çiller, Suleyman Demirel nekarî berxwedana kurdan têk bibin, hûnê jî nikaribin."
Piştî axaftinan, di dema belavbûnê de polîsan êrîşê girseyê kir, bûyer derketin.
KNK'ê bûyer şermezar kir
Kongereya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo şermezarkirina kuştina 35 kurdan daxuyaniyeke nivîskî weşand û wisa got: "Em wekî KNK'ê, komkujiya li Şirnexê bi tundî şermezar dikin û ji malbat û tevahiya gelê kurd re sersaxiyê dixwazin. Di heman demê de, em bang li gelê kurd, li partiyên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê teva dikin ku li dijî komkujî û qirkirina pir alî û li dijî şerê psîkolojîk ku di rengê bêexlakî de tê meşandin, dijberiyek tund nîşan bidin. Pêwist e saziyên pêwandîdar yên navneteweyî. NY, YE, Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropa jî helwesta xwe ya bextreşî diber çavan re derbas bikin û li hemberî komkujiyên li Kurdistanê dengê xwe bilind bikin."
Komeleya Nivîskarên Kurd a Swêdê komkujî şermezar kir
Komelaya Nivîskarên Kurd li Swêdê jî daxuyaniyeke nivîskî weşand û wisa got: "Em vê êrîşa hov û xwînrijî û operasyonên dewleta Tirk yên li hemberî xweza û hemwelatiyên Kurdistanê pêk tînin, bi tundî şermezar û lanet dikin. Ji raya giştî, ji medyayê û ji her mirovê xwedî wijdan hêvî û daxwaz dikin ku li hemberî vê siyaseta kolonyalîst û gelkujiyê bêdeng nemînin û piştgiriya têkoşîna gelê Kurdistanê ya ji bo mafên xwe yên neteweyî, demokratîk û însanî bikin."
*** Nûçeyên eleqedar: - 30 hezar kesî 35 kes veşartin - ÎHD û Mazlûmder: Bûyer înfazeke giştî û komkujiyek e - Haci Encu ku ji bûyerê sax filitî qala bûyerê kir - Gotinên li ser komkujiya Roboskiyê - Selahattin Demirtaş: Komkujiyekî din li dîroka Tirkiyeyê hate zêdekirin - Navên kesên ku hatine kuştin
- Balafiran gundî dan ber bombeyan: 35 kes kuştin